Di doza KCK’ê ya Mêrdînê de 9 tehliye

Di doza KCK’ê ya Mêrdînê de 9 tehliye

2'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Mêrdînê ku 18 jê girtî 49 siyasetmedarên Kurd hene li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştinê de 9 siyasetmedaren Kurd piştî 15 mehan girtî man serbest hatin berdan. Rûniştina dozê taloqî 26'ê Adarê bû.

2'emîn rûniştina doza 18 jê girtî 49 siyasetmedarên Kurd a Mêrdîne ku di bin navê "KCK"ê de pêk hat bi dawî bû. Doza KCK'ê ya Mêrdînê ku 18 jê girtî 49 siyasetmedarên Kurd tên darizandin li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê serê sibê destpê kir û heta êvarî berdewam kir. Di rûniştina îro de 18 girtî û 13 kes serbes bi tevahî 30 kes tevlî rûniştinê bûn. Di 18'ê Cotmeha 2011'an de li dijî siyasetmedarên Kurd ên Mêrdîn operasyon pêk hatibû. Di operasyonêde 18 kes hatibûn girtin û di derbarê 49 kesên hatibûn binçavkirin de doz hatibû vekirin.

Hevserokê BDP'ê yê Mêrdînê Tarik Acar, Serokê BDP'ê yê berê Cemal Veske û Alî Aslan, Rêveberê BDP'a berê Hamza Vurgun, endamê BDP'ê Orhan Ablak, Gulten Yildiz, Ahmet Temel, Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê yê berê Dogan Angay, Endamê Egitim Senê Seyfettin Yavuz, Rêveberê ÎHD' Mêrdînê Veysî Parilti, Endamê Meclîsa Şaredariya Qoserê Osman Akkoyun, Hamît Turan, Adîl Başaran, endamên Meclîsa Giştî ya Bajar M. Tahir Adal jî di navde 18 kes girtî 49 kes bi îdîaya "Endamên PKK-Kongra-Gel in", "Çalakiyên derzagonî organîze kirine" û "li ser navê rêxistinê sûc kirine" tên darizandin. Di rûniştina dozê de hemû siyasetmedarên girtî û 7 siyasetmedarên serbest hatin darizandin. Rûniştin bi xwendina îdîanameyan berdewam dike.

Rûniştin êvarî bi dawî bû. Pişti parastinê heyetê biryar da û 9 siyasetmedarên kurd piştî 15 mehan girtî man û şûnde serbest berdan. Siyasetmedarên serbest hatin berdan wiha ne: Tarik Acay, Cemal Veske, Orhan Ablak, Veysi Parilti, Adil Başaran, Mehmet Dogan, Naîme Akin, Ayhan Dogan û Alî Ozkan serbest hatin berdan û Doz taloqî 26'ê Adarê hat kirin.