Di doza KCK'ê ya sereke de daxwazên tahliyeyê tên nirxandin
Di doza KCK'ê ya sereke de daxwazên tahliyeyê tên nirxandin
Di doza KCK'ê ya sereke de daxwazên tahliyeyê tên nirxandin
Di rûniştina doza siyasetmedarên Kurd a sereke ya "KCK'ê" de delîlên di derbarê Endamê MYK'ê yê DTP'ê Mazlûm Tekdag de hatin xwendin. Piştî parastina Tekdagî heyeta dadgehê ji bo daxwazên tahliyeyê navber da rûniştinê.
Rûniştina siyasetmedar Kurd ya jê 108 girtî ya 175 kesan li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi xwendina delîlên derbarê Endamê MYK'ê yê DTP'a hate girtin Mazlûm Tekdag destpê kir. Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê û Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu jî rûniştin şopandin. Di nav delîlên di derbarê Tekdag de xebatên hilbijartinê û 51 hevdîtinên telefonan û guhdariya derdorê weke xebatên KCK/TM'ê hatin nîşandan. Di nava delîlan de îfadeyên Prz. Îrfan Dundar yê ku li ser gelek kesan îfade dayîn ji bo Tekdag got, "xebatên ciwanên KCK/TM'ê dimeşîne" cih girtin.
DAXWAZÊN ESAS ÊN TÊKILDARÎ TAHLIYEYÊ DE DÊ BÊN GIRTIN
Tekdag bi riya werger bi kurdî parastin kir û diyar kir ku, hemû xebatên meşandin ên partiya siyasî ya zagonîbûn û wiha got: "Dî îdîanameyê de li hîn cihan îfadeyên PM û li hin cihan jî axaftinên henek weke xebatên KCK'ê hatin nîşandan. Çawa hatin şirovekirin ez fêm nakin." Tekdag anî ziman ku, ew di pêvajoya pevçûnan ya 90'an de mezinbû û wiha axivî: "Di vê pêvajoyê de bavê min û xizmekî min hatin qetilkirin. Dîsa hinek xizmên min çûn çiya û hinek ji wan jiyana xwe ji dest dan. Hêj di temenê biçûk de min dest bi xebatên siyasî yên demokratîk kirin. Di bingeha xebatan de çareseriya demokratîk ya pirsgirêka Kurd hebû."
Tekdag da zanîn ku, di sala 2007'an de ji xebatên ciwanan derket û weke rêveberê navendî yê DTP'ê dest bi xebatan kir û di şexsê wan de xebatên partiya wan ên hilbijartinê tên darizandin. Pişt re Parêzer Mahsunî Karaman axivî û gotinên Tekdag dubare kirin û wiha got: "Li vir xebatên partiya siyasî tên darizandin. Xebatên hilbijartinê wisa di dosyayê de cih girtin şerme. Axaftinên rojane weke xebatên rêxistinê di îdîanameyê de cih girtine."
Piştî axaftina Karaman heyeta dadgehê ji bo daxwazên esas ên têkildarî tahliyeyan de bigire navber da rûniştinê. Piştî navberê Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu li ber edliyeyê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku, li Tirkiyeyê dad li ser muxalîfan weke amûrê terbiyeyê tê bikaranîn û wiha got: "Di doza ev 4 salin berdewam dike de tahliyeyên raya giştî rihet bike pêk nehatin. Dadê ji bo li Tirkiyeyê cudabûn pêk bê biryar girtin. Li Tirkiyeyê pêvajoyekî nû heye û divê ev pêvajo li ber çavan bê girtin. Hêvî dikim ku dê îro dad biryarekî guncaw bide."