Di doza "KCK'ê" ya Şirnexê de ceza barî
Di doza "KCK'ê" ya Şirnexê de ceza barî
Di doza "KCK'ê" ya Şirnexê de ceza barî
Di doza "KCK'ê" ya Şirnexê de ji kesên dihatin darizandin re ceza barî. Cezayê cuda yên ji 3 sal û 14 salan hatin dayîn.
Di doza KCK'ê ya Şirnexê ya 20 kes jê tên darizandin roja borî li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat û Ramazan Togurlu, Yusuf Kalkan, Şahîde Pusat, Abdullah Koç, Abdurrahîm Dalmış, Abdulazîz Tanrikolu yên girtî û parêzerên wan tevlî rûniştinêbûn.
Dadgehê ceza ji kesên doza “KCK”a Şirnexê tên darezandin barand. Heyeta Dadgehê ji kesên girtî tên darizandin Ramazan Togurlu, Yusuf Kalkan, Talat Aydin û Şahîde Pusat û kesên bêyî girtî tên darizandin Ferhat Kirmizigul, Rahmete Durak, Mehmet Şîrîn Kiliç, Meral Kizilkaya re bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" 10 sal ceza dan.
Heyeta dadgehê ji Abdurrahîm Dalmîş re jî bi îdîayên "Endamê rêxistinê", "Madeyê teqemeniyê peyda kir" û "li hemberî karmend berxweda" 14 sal û 4 meh cezayê girtîgehê da û ji Abdullah Koç, Celal Alar, Abdulazîz Tanrikolu û Adem Ozsular re jî bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" 6 sal û 3 meh, ji Cuneyt Înanç û Alî Şahîn jî bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" 7 sala û 6 meh û ji Mehmet Şîrîn Dalkiliç re jî bi îdîaya "di belgeya fermî de sextekarî kir" 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê da. Heyeta dadgehê biryara kesên girtî berdewam bike da û kesên bi îdîaya "propagandeya rêxistinê kirin" dihatin darizandin jî aşkerakirina hikûm taloq kir.
Heyeta dadgehê biryara lêgerîna Sînan Sadak, Mehmet Remzî Tanrikulu û Mehmet Ekîncî berdewam bike da.