Di doza ‘KCK’ê ya Wanê de Kaya û hemû siyasetmedar hatin berdan
Di doza ‘KCK’ê ya Wanê de Kaya û hemû siyasetmedar hatin berdan
Di doza ‘KCK’ê ya Wanê de Kaya û hemû siyasetmedar hatin berdan
Doza di nav de Şaredarê Wanê Bekir Kaya jî heyî 8 girtî û 13 kes di hatin darezandin, biryara tehliya hemûyan derket.
Sêyemîn rûniştina doza di nav de Şaredarê Wanê Bekir Kaya jî heyî 8 girtî û bigiştî 13 kes dihatin darezandin, li 4’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Wanê pêkhat.
Piştî ku dozger daxwaza tahliye kirina hemû siyasetmedaran kir û navber dan doze, Heyeta Dadgehê biryara tahliyeya hemû siyasetmedaran da.
Operasyona ku 7’ê Hezîrana 2012’an di bin navê “KCK”ê de navend Wanê pêkhat, di nav de Şaredarê Wanê Bekir Kaya, parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cuneyt Caniş, Şaredarê berê yê Elbakê Ihsan Guler, Serokê Bêgirê Mehmet Şirîn Yildiz, Şaredarê Qelqeliyê Murat Durmaz, Serokê berê yê BDP’a Elbakê û endamê KCD Derwêş Polat, Şaredarê Ertemêtanê Abdulkerîm Sayan, Serokê Ebexê Metîn Adugit, Serokê berê yê BDP’a Erdîşê Velî Avci û Serokê BDP’a Wanê Halîs Çakir hatibûn binçavkirin. Di çarçoveya dosyayê de Şaredara Bostanîçiyê Nezahat Erguneş, Hevseroka berê ya BDP’a bajar Mîhrîban Şah û Şaredarê Elbakê Hecer Sarihan bi daraza serbest hatibûn berdan. Di rûniştina yekem ya 22’ê Çileyê de Şaredarê Ertemêtanê Abdulkerîm Sayan û Şaredarê Qelqeliyê Mûrat Durmaz hatibûn tahliye kirin, biryar hatibû girtin ku siyasetmedarên din jî girtî bêne darezandin.