Di doza ‘KCK’ê ya Wanê de parêzeran rûniştin terk kir

Di doza ‘KCK’ê ya Wanê de parêzeran rûniştin terk kir

Li Wanê di encama operasyonên di bin navê ‘KCK’ê de ku di nav de Şaredarê Wanê Bekir Kaya jî heyî 12 siyasetmedarên Kurd yên hatin girtin, di rûniştina duwem ya doze de, parêzeran salon terk kir.

Di rûniştina dozê ya li 4’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Wanê pêktê, Serokê Baroyê Mûrat Tîmûr mafê axaftinê girt û diyarkir ku, pêwîste beyanên şahidê nepenî bêne rakirin.

Piştî ku heyeta dadgehê daxwaz red kir, parêzeran aşkera kir ku dadgeh dê darezandinekî adil neke û salon terk kirin.

Bekir Kaya û girtiyên din pişta xwe dan serokê dadgehê û protesto kirin.