Di doza 'KCK' ya Sêrtê de kes nehat berdan
Di doza 'KCK' ya Sêrtê de kes nehat berdan
Di doza 'KCK' ya Sêrtê de kes nehat berdan
Di doza 'KCK' ya Sêrtê de ku 68 kes tê darizandin, îro rûniştina 19. hat dîtin. Di rûniştinê de kes nehat berdan û doz hat taloqkirin.
Li Sêrtê, 6 jê girtî 68 kesên ku di Cotmeha sala 2009'an de di bin navê "Meclîsa Bajêr a KCK'ê" de hatin binçavkirn, îro cara 19. derketin pêşberî dadgeriyê. Rûniştina 19. a dozê li 4. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina dozê de 68 kesên ku 6 jê girtîn e tên darizandin, beşdarî rûniştinê nebûn. Di rûniştinê de parêzerên aliyê parastinê û xizmên girtiyan amade bûn.
Biryara heyeta Dadgehê ku dixwest bi rêya telekonferansê girtiyan ji girtîgehên lê ne beşdarî rûniştinê bike, ji ber pirsgirêkek teknîkî pêk nehat.
Ji ber vê yekê îfadeya girtiyan nehat girtin. Heyeta dadgehê piştî parastina parêzeran, navbereke kurt da û dûre rûniştina dozê ji bo 3 Kanûnê paşve xist.