Di doza 'KCK' ya Şirnexê de kes nehat berdan
Di doza 'KCK' ya Şirnexê de kes nehat berdan
Di doza 'KCK' ya Şirnexê de kes nehat berdan
Di doza darizandina 37 jê girtî 98 kesên di bin navê 'KCK'ê de li Şirnexê hat girtin de, kes nehat berdan.
Doza darizandina 37 jê girtî 98 kesên di bin navê 'KCK'ê de li Şirnexê hat girtin de, ku di nav de Şaredarê Şirnexê Ramazan Ûysal û endamên KESK'ê jî hene û girtî ne, li 6. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina 20. de siyasetmedarên Kurd ên girtî li gel parêzer û xizmên xwe amade bûn.
Dozgerê kud i rûniştiya beriya niha de daxwaza berdana 8 girtiyan kiribû, di rûniştina îro de, nebûna hakîmê dosya dozê sedem nîşan da û xwest ku rewşa ragirtinê ya girtiyan dewam bike. Parêzerên girtiyan Mesût Beştaş li ser vê yekê îtiraz kir û destnîşan kir ku eger di delîlan de ti guhertin tunebe, hingî ne huqûqî ye ku biryara dewamkirina rewşa ragirtinê ya girtiyan dewam bike.
Parêzer xwest hemû muwekîlên wî bê berdan û şahidê veşartî 'Guney' li pêşberî hemû girtî û dadgehê were guhdarîkirin. Piştî parastinên hatin kirin, navbereke kurt hat dayîn û heyeta dadgehê daxwaza parêzeran red kir û rûniştina dozê ji bo 22'ê Mijdarê taloq kir.