Di doza "Meclîsa Ciwanan a KCK'ê" ya Êlihê de 4 kes hatin berdan

Di doza "Meclîsa Ciwanan a KCK'ê" ya Êlihê de 4 kes hatin berdan

Rûniştina duyemîn a doza "Meclîsa Ciwanan a KCK'ê" ku 11 jê girtî 23 kesên di 15'ê Sibata sala 2012'an de hatibûn binçavkirin tên darizandin, li 8. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina dozê de biryar hat dayîn 4 kes bên berdan.

Doza darizandina 23'ê kesên 15'ê Sibata par li Êlihê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, dewam kir.

Binçavkiriyên di rûniştina dozê de mafê axaftinê wergirtin, tewanbarî red kirin û diyar kirin ku polîsan îmzeya sexte avêtine binê îfadeyan û xwestin ku îmzeyên li binê îfadeyan ji aliyê pisporan ve bên lêkolînkirin.

Parêzerên aliyê parastinê jî mutalaaya esasê ya dozger red kirin û anî ziman ku tewanbariyên tên kirin hemû bêbingeh in, lewma xwestin hemû girtî bên berdan. Piştî navbereke kurt, heyeta dadgehê biryar dar Necla Katanca, Hasan Varol, Veysel Yurek û Îlyas Aşan serbest bên berdan û rewşa girtî ya 7 ciwanan dewam bike. Doz ji bo 3'ê Kanûnê paşve hat xistin.