Di doza Nezîr Tekçî de delîl ji holê tên rakirin?

Di doza Nezîr Tekçî de delîl ji holê tên rakirin?

Di doza Nezîr Tekçî yê li Colemêrgê şivantî dikir û ji aliyê leşkeran ve hat kuştin, dûre jî bedena wî bi mayinê hat parçekirin, keşfa li cihê bûyerê cara duyemîn hat taloqkirin. Bav Halît Tekçî got, "Ez bi tirsim ku leşker bi cihê bûyerê bileyzin an jî bi keşfeke ji nişka ve delîlan ji holê rakin."

Malbata Tekçî ku di sala 1998'an de li gundê Demîr ê Oremarê dijiya, ji ber leşkeran gundê wan şewitandin çûn gundê Uçkardeş û ji vir jî derbasî navçeya Geverê bû û li Taxa Gungorê bicih bû. Bav Halît Tekçî, ji bo debara malbata xwe ya ji 16 ferdan pêk bîne, zarokên xwe dişand gundên derdorê ji bo şivantiyê bikin.

Nezîr Tekçî li gundê Yekmal ê ser bi Geverê şivantî dikir.

Di 28'ê Nîsana 1995'an de dema şivantî dikir ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Leşker destpêkê ji Tekçî dixwaze cihê PKK'yiyan nîşanî wan bide, Nezîr Tekçî jî bi israr dibêje ku ew şivantiyê dike û cihê wan nizane.

Bi fermana Fermandarê Boluka Yekemîn Sitvan Alî Osman Akin û ji Boluka Duyemîn Tegmen Kemal Alkan, Tekçî hat gulereşandin. Dûre jî bedena wî bi mayinê hat parçekirin.

Malbata Tekçî 18 salan li ber xwe da ku ji bo kujerên kurê wan bê darizandin.

Di doza li Eskîşehîrê tê dîtin de, piştî 18 salan biryara keşfê hat dayîn. Keşfa diviyabû di 5'ê Tebaxê de bihata kirin, ji ber nehatina parêzer û şahidan ji bo demeke pêş hatibû taloqkirin.

Keşfa li cihê bûyerê ya diviyabû duh bihata kirin jî, ji bo cara duyemîn paşve hat xistin.

Hat hînbûn, ji bo keşfa li cihê Tekçî lê hat kuştin, ji keyayê taxa Gungor a Geverê Arîf Baykal re agahî hatiye dayîn û jê hatiye xwestin ku agahiyê bide mûxataban ji bo keşfê amade bin. Keya Baykal jî agahî da bavê Tekçî Halît Tekçî.

Bav Halît Tekçî ji DÎHA'yê re axivî û diyar kir ku taloqkirina keşfê wan dixe nava fikaran û got, "Keşfa yekemîn diviyabû di 5'ê Tebaxê de bihata kirin, lê taloqî 12'ê Tebaxê aht kirin. Kefşa diviyabû duh bihata kirin ji nû ve hat taloqkirin û ev yek me dixe nava fikaran. Min bihîst ku taloqkirin li ser daxwaza parêzer Mûrat Çalli û Baro ya dosya Nezîr dişopînin ve hatiye kirin. Hîn bûm ku sedema taloqkirinê jî weke neamadebûna şahid û bersûcan e. Ev ji vê taloqkirinê fikaran dikim. Bi tirsim ku leşker bi cihê bûyerê bileyzin û delîlan ji holê rakin."