Di doza sereke ya KCK’ê de parastina bi Kurdî hat kirin

Di doza sereke ya KCK’ê de parastina bi Kurdî hat kirin

Di doza KCK’ê ya Amedê de darizandina 108 siyasetmedarên kurd didome. Di danişînê de tiştekî yekemîn pêk hat û şaredarê Êlihê Nejdet Atalay dema parastina xwe bi Kurdî dikir mîkrofon nehat girtin.

Danişîna Doza KCK’ê ya Amedê ku li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê didome ji 108 girtiyab 32 heb jê amade bûn û 76 kesê din tevli danişînê nebûn.  Pêşnûmeya Kanûnê ya ku derfetê parastina bi zimanê dayikê dabû nasîn du ji aliyê Lijneya Giştî ya Meclîsê ve hat qebûlkirin.

Piştî di doza KCK’ê de tiştekî yekemîn pêk hat. Heyeta Dadgehê di danişînên berê de ku di dema parastina kurdî de qeydên 30 saniyeyê dawî pêk dianî, dawî lê anî û hemû axaftinên kurdî yên siyasetmedaran bi kurdî girtin.  Şaredarê Êlihê  Nejdest Atalay parastina xwe bi Kurdî kir. serokê Dadgehê  pêkanîna berê dubare nekir û di dema paratinê de mîkrofon negirt.  Ji ber ku pêşnûmeya Kanûnê di rojnameya Fermî de nehat weşandin, werger akurdî dîsa ji aliyê parêzerên girtiyan ji Baroya Êlihê Mustafa Yildiz kir.

Di vê navberê de di navbera serokê dadgehê û parêzer Mehmet Emîn Aktar de aloziyek derket.  Serokê Dadgehê ji Nejdet Atalay ku bi kurdî parastina xwe dikir xwest ku kakila parastina xwe bike û Aktar li dijî vê derket. Aktar got ev saleke cara yekemîn muvekîlê wî dikare bi zimanê xwe parastina xwe bike û got bila dem ne bi sînor be.

Rûniştina ku navber hate dayin dê piştî nîvro bidome.