Di doza sereke ya KCK’ê de parastina bi kurdî hat qebûlkirin

Di doza sereke ya KCK’ê de parastina bi kurdî hat qebûlkirin

Piştî erêkirina mafê parastina bi zimanê dayikê ya ‘bi pere’  a serokomar Abdullah Gul di doza KCK’ê ya li 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê tê dîtin de parastina bi kurdî bi yek dengî hat qebûlkirin. Piştî biryara wergera kurdî, Burhan Zoroglu wekê wergervan hat peywirdarkirin û îfadeyên bi kurdî wergerê tirkî kir.

Pişti guherîn Qanûna di Derbarê Pêkanîna Guherînê ya Derbarê Mafê Înfaza Ewlehiyê û Cezayê û a Qanûna Muhakemeya Cezaya hejmar 6441 ku pêşniyar dike parastina bi zimanê zikmakî bê kirin, di rojnameyên fermî de hat weşandin şûnde li Amedê di doza sereke ya KCK’ê wergervanê kurdî Burhan Zoroglu hat peywirdarkirin.

Di dozê de parêzer M. Emîn Aktar mafê axafatinê girt û got mafê parastina zimanê zikmakî ji aliyê serokomar Abdullah Gul ve hatiye erêkirin û got di rojnameya fermî de hatiye weşandin. Aktar got  muvekîlên wî dê bi zimanê xwe parastinê bikin û wiha got: “Astengiyên pêş parastina bi ziman rabûn.  Muvekîlên min dikarin bi zimanê xwe xwe îfade bikin. ji bo vê jî dikare tercuman bê tayînkirin.”

Serokê Dadgehê Bekîr Soylu ji girtiyan pirsî û got wergervanê wan heye an na û got divê girtî wergervanê xwe tayîn bikin.  Dadgehê daxwaza girtiyan a wergevan qebûl kir. ji bo dîtina wergervan 20 navber hat dayîn. Piştî navberê dozê berdewam kir.

Serokê Dadgehê Soyu nirxandina derbarê qanûna nû de xwestn. Soylu got li gorî Qanûna hejmara 5271’ê divê girtî wergervanên xwe amade bikin û got dikarin bi alîkariya wergervan parastina xwe bikin.  Soylu got bi yek dengî parastina bi kurdî hatiye qebulkirin.  Burhan Zoroglu ji aliyê girtiyê KCK’ê Alî Şîmşek ve hat amadekirin û hat qebûlkirin.  Ji wergervan hat pirsîn ku, di navbera bersuc û wî de xisumet heye an na. Zoroglu got ew zaravayên Kurdî yê Kirmackî nizane.

Piştî tayînkirina wergervan îdiayên di derbarê Alî Şîmşek te hatin xwendin.  Şîmşek xwest yek bi yek bersivê bide îdiayên di derbarê wî de û dadgehê ev red kir.