72'emîn rûniştina doza KCK'ê ya 108 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd li 6'emîn Dadgeha Cezayê giran bi xwendina delîlan berdewam dike. Di delîlan de îdiayên balkêş bû sedema kenîna mirovên salonê.
72'emîn rûniştina doza 108 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd ku di navde şaredar, parlamenter, parazvanên mafên mirovan jî hene yên di bin navê doza KCK'ê de tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê didome.
Di rûniştinê de 34 girtî amade bûn û 74 girtî jî ji ber bi rapor bûn tev li rûniştinênebûn. Rûniştina dozê bi xwendina delîlên der barê Şaredarê Êlihê yê berê Huseyin Kalkan de berdewam dike. Di xwendina îdianameyê de ji ber ku bûyer û serpêhatiyên balkêş hatine guhdarkirin û wekî delîlan derbasî îdianameyê bûye gelek caran beşdarên rûniştinê dan kenandin.