Di doza tabelaya kurdî de parastina kurdî

Di doza tabelaya kurdî de parastina kurdî

Ji bo 3 kesên li Geverê di çarçoveya projeya "Jiyana pirzimanî" de dihatin darizandin werger hate peywirdarkirin. Di rûniştinê de bersûcan bi riya wergeran bi kurdî parastin kir û wiha gotin: "Me bêyî werger ji dadgehê kurdî bizanîba re parastin kiriba dê hêj baştirba."

Şaredariya Geverê di 7'ê çileya 2011'an de di çarçoveya projeya "jiyana pirzimanî" tabelayên kurdî û tirkî daliqandibûn. Ji ber projeyê derbarê Alîkarê Şaredarê Geverê Reşît Orbay, Nûnerê Tum Bel-Sen'ê yê Geverê Tahîr Tekînalp û endamên meclîsa şaredariyê Muhyettîn Onal û Cengîz Rençber doz hatibû vekirin û 3'emîn rûniştina dozê hate dîtin. Di rûniştinê de Reşît Orbay, Tahîr Tekînalp û Muhyettîn Onal amadebûn.

Di rûniştinê de Orbay, Tekînalp û Onal daxwaza parastina kurdî kirin. Heyeta dadgehê daxwaza bersûcan qebûl kir û werger peywirdar kir û bi riya werger kesên dihatin darizandin îfade dan. Orbay, Tekînalp û Onal di parastina xwe de wiha gotin: "Ji roja doz hate vekirin heta niha me xwest em bi kurdî îfadeyên xwe bidin. Lê me dadgeh îqna nekir. Bi zagona nû me bi riya werger parastina xwe bi zimanê zikmakî kir. Lê ev yek têrê nake. Me bêyî werger ji dadgehê kurdî bizanîba re parastin kiriba dê hêj baştirba."

Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û li gorî sererastkirinê di qada dadê de lêpirsîn hate taloqkirin.

PEREYÊ WERGER DÊ KÎ BIDE?

Li aliyê din di rûniştinê de ji kesê weke werger hate peywirdarkirin 50 TL. derbasî girtekan bû. Lê kî dê vî pereyî bide nehate diyarkirin.