Di duyemîn salvegera şoreşa Tûnisê de hêrsa gel

Di duyemîn salvegera şoreşa Tûnisê de hêrsa gel

Şoreşa Yasemîn a li Tûnisê bi Muhemed Buazizi yê ku agir berda bedena xwe dest pê kir û bi guherandina desthilatiya welat bi encam bû, ket sala duyemîn. Gelê Tûnisê li hemberî rêveberiya nû ya welêt hêrs e. Desthilatiya Ennahda ku weke AKP’ya Tûnisê tê nasîn, pirsgirêkên bêkarî û xizaniyê yên ku li welêt pirsgirêkên sereke ne, dijwartir kir.

Raperînên gelan ku weke “Bihara Ereban” hate binavkirin, li Tûnisê bi ciwanek ku agir berda bedena xwe dest pê kir. Piştî raperînên gel, di nava çend hefteyan de desthilatiya Tûnisê hate hilweşandin. Piştî Tûnisê Misir û welatên din ên Ereban hatin. Piştre li hemberî van raperînên gel, welatên Rojavayî zend û bendan ba dan û li hemberî Lîbyayê dest bi tevgera dagirkirinê kirin. Rejîma Qeddafî hilweşiya lê demokrasî nehate Lîbyayê. Li Misirê xwepêşandanên piştî rejîma Mubarek, li hemberî desthilatiya nû jî dest pê kirin. Ev bûyer adara 2011 pekiyan Sûriyeyê û di demek kin de bi desteka hêzên Rojava veguherî pevçûnên dijwar. Li vî welatî pevçûn her ku diçin bi awayeke dijwartir berdewam dikin.

DESTPÊKA SERHILDANÊ

17’ê berfanbara 2011’ê etarê bi navê Muhemed Buazizi ji ber xizaniyê û li hemberî zextên polîsan, li ber Walîtiya Şidî Buzidê agir berda bedena xwe. Ji ber vê çalakiya Buazizi xwepêşandanên mezin li hemberî desthilatiya rejîma Zeynel Abidîn Bin Elî dest pê kirin. 14’ê çileya 2012, di nava 28 rojan de Zeynel Abidin Bin Elî neçar ma ku dest ji welatê xwe berde.

Tûnis yekemîn duyemîn salvegera destpêka raperînên xwe pîroz dike. Li bajarê Şidî Buzid a ku Bauzizi li wir bendena xwe dabû ber agir, hîna hejarî û xizanî heye. Ji ber polîtîkayên desthilatiya nû ya welêt, pirsgirêkên aborî, xizanî, çandiniyê de pirsgirêk dijwartir bûne.

SEROKDEWLET DAN BER KEVIRAN

Piştî desthilatiya Bin Elî hilweşiya, Ennahda ya ku xwe bi aşkereyî weke sempatîzana AKP’ya Tirk nîşan da û paşê hat aganştin ji AKP’ya Tirkiyeyê alîkariya pereyî wergirtiye, hat ser desthilatiyê. Di duwemîn salvegera raperînên gel de Serokdewlet Munsef Maruzkî çû bajarê Şidî Buzid, lê li rastî nerazîbûnan hat û gel ew da ber keviran.

Li gorî çapemeniya Tûnisî çalakgere dibêje: “Berê hûn hatin vir, we soz da ku ê ev y rewş di nava 6 mehan de biguhere, lê tu tiştek neguherî”. Çalakgereke din jî diqîre: “Em we li vir naxwazin.” Piştî axaftina Marûzkî Serokê Parlementoyê Mustafa Bin Cafer dest bi axaftinê kir, lê li rastî keviran hat. Hêzên ewlekariyê her tu rayedarên welêt ji wir dûrixstin.

Bi taybet li van hefteyên dawiyê de bûyerên li welêt ji nû ve dest pê kirin û xwepêşandaên li bajarê Sîlîana yê li başûrê welêt bi qasî 5 rojan li ser hev berdewam kirin. Di pevçûnan de derdora 300 kes birîndar bûn.

TIŞTEK NEGUHERÎ... XIRABTIR BÛ

Yek ji xwepêşandêrên di nava raperînên li dijî rejîma Bin Elî de cih girt, Hemîd Nasirî ku birayê wî di xwepêşandan de hatibû kuştin got: “Gelê Menzel Buzenne (bajarek li başûrê Şidî Buzîd) ji bo şoreşê gelek bedel da, lê ji bo veberhênanên li bajêr û geşedana bajêr tu titşek nehate kirin. ev rewş xirabtir bû” û bi vî awayî nerazîbûn nîşan da.

Hukûmeta Ennahda bûye hedefa rexneyên tund. Ji organîzatorên mihrîcana Buazîzî 10 kes ji ber ku dewletê dest danî ser çalakiyên mihrîcanê, îtîfa kirin.

Di serdema desthilatiya Ennhada de êrîşên komên Îslamî zêdetir bûn. Di hedefa van êrîşan de bi taybet çalakiyên çandî hene. Her wiha, ji ber lihevnekirina li ser makeqanûna ya Tûnisê, welêt di nava çiravekê de asê maye. Qanûna zêdekirina rayeya polîs û artêşê ya di dema revîna Bin Elî de hîna jî li meriyetê ye.