Di eniya paş a şer de têkoşîn dewam dike

Di eniya paş a şer de têkoşîn dewam dike

Li dijî êrîşên komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad Şam/ Eniya El- Nusra, berxwedana hêzên YPG didome. Li aliyê din welatiyên ji beşên cuda yên civakê jî di eniya paş a şer de piştgiriyê didin YPG’ê û têdikoşin.

Piştî êrîşên komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad Şam/ Eniya El- Nusra yên li ser herêmên Kobanê û Girê Spî (Til Ebyed)ê, gelek beşên civakê bi armanca piştgiriya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ketin navan têkoşînê. Gelek welatiyên ji beşên cuda yên civakê ku, di eniyên pêş ên şer de cihê xwe negirtine, li eniyên paş ên şer di navan têkoşnê de ne. Bi dehan welatî ji bo peydakirina xwarin û pêdiviyên din ên şervanan, her wiha dermankirina birîndaran û dayîna xwînê jî di nava têkoşînê de ne.

Jinên bi navê Edla Bekêbor û Emîna Xelîl ji van welatiyan tenê 2 kes in. Edla Bekêbor a 45 salî ku, zarokên wê tune ne, wek dayika şervanan bi şev û roj li navenda YPG'ê di nava kar û xebatê de ye. Bekêbor got, ku ew nikare çekê hilgire, lê dikare alîkariyê bike û wiha dom kir: "Ez nikarim şer bikin, lê dikarin wek dayika şervanan xwarinê amade bikim û ji şervanan re rêkim."

Emîna Xelîl jî piraniya rojên xwe li nexweşxaneyê ji bo dermankirina birîndaran derbas dike. Xelîl wiha got: "Pêwîst e em hemû li hember êrîşan yek dest bin, ez piraniya rojên xwe ji bo dermankirina birîndaran li nexweşxaneyê derbas dikim."