Di erdheja li Çînê de hejmara miriyan gihişt 89’an

Di erdheja li Çînê de hejmara miriyan gihişt 89’an

Di encama erdhejên bi pêla 5.7 û 5.6 û erdhejonên paşing ên li başûrê rojavayê Çînê pê hatin de hejmara miriyan gihişt 89’an.

Li gorî agahiyan ajanas nûçeyan a fermî Şînhau dane, erdhej li herêma berbelave ya di navbera eyaletên Yunnan û Guizhouyê de pêk hatin û di ecamê de 89 kes jiyana xwe ji dest dan, 795 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku herî zêde bajaroka Yiliang ji erdhejê bandor.

Rayedaran da zanîn ku herêma ku bi giştî 129 erdhejên paşing lê pêk hatin, weke herêma karesatê hate ragihandin û xebatên rizgarkirin-lêgerînê didomin.

Her wiha hat ragihandin ku di erdhejê de 30 hezar xanî hilweşiyan, 700 hezar kes ji erdhejê bandor bûn û nêzî 200 hezar kes ji veguhestine herêmên bi ewle.