Di erdheja li Îtalyayê de hêjmara miriyan giha 6’an

Di erdheja li Îtalyayê de hêjmara miriyan giha 6’an

Di erdheja ku vê sibehê li Îtalyayê bi pêla 5.9 rû dayî de hêjmara miriyan giha 6’an.

Li gorî navenda Lêkolîna Jeolojîk ya Amerîkayê, navenda erdhejê di navbera Modena û Mantova yên qasî 36 kîlometre dûrî bajarê Bolognayê û 10 kîlometre kûrahiyê de bi pileya 5.9 rû da û ji 50 kesan zêdetir birîndar bûn.

Erdheja ku li bajar û navçeyên derdor hatî hîskirin, hat ragihandin ku, di erdhejê de avahiyên kevin ziyan dîtine, ban kelişîne, di kuleyên dêran de kelişîn çêbûne û hinek dîwarên keviran xirap bûne.

Yekîneyên rizgarkirinê hewil didin ku, ka di bin xirbeyan de kesek maye yan na, hat ragihandin ku, ji 6 kesên jiyana xwe ji dest dayîn 3’yê wan karkerên şevê di du kargehên cûda de kar dikirinin.

Li Îtalyayê erdheja herî dawî sala 2009’an rû da. Di erdheja ku li L’Aquîla ya bi tundiya 6,3 rû dayî de 300 kesan jiyana xwe jidest dabû.