Di erdheja li Îtalyayê de herî kêm 9 mirî

Di erdheja li Îtalyayê de herî kêm 9 mirî

Li bakûrê Îtalyayê erdhejek bi hêza 5.8 rû da. Di encamê de herî kêm 9 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên çapemeniya herêmî dane, navenda erdhejê li bajarê Medolla ya li herêma Modenayê bû û di encamê de kargehek hilweşiya. Di encamê de 3 kes mrin. Her wiha li Felice 3, li Mraldodal 2 û li Cavezzo jî kesek jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Navenda Lêkolînê ya Jeolojîk ya Amerîkayê, erdhej li nêzî bajarê Modena yê di navbera Bologna û Parma yên li Bakûrê Îtalyayê de, 9.6 kîlometre di bin erdê de pêk hat. Ev erdheja bi pêla 5.8, li heman herêma ku erdheja beriya hefteyekê li Îtalyayê pêk hat û 7 kesan têde jiyana xwe ji dest da, rû da.

Di erdheja sala 2009, li Îtalyayê xist de herî kêm 300 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi hezaran kes bê mal mabûn.