Di êrîşa hewayî de 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest da
Di êrîşa hewayî de 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest da
Di êrîşa hewayî de 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest da
HPG’ê da zanîn ku di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî de 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê da zanîn ku di encama êrîşên hewayî yên duh ji aliyê artêşa Tirk ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hatin de 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane. HPG’ê da zanîn ku di êrîşa hewayî ya ku ji sibê heta êvarê berdewam kir de 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.
Daxuyaniya Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê wiha ye:
“Roja 26’ê sibatê saet di navbera 11.00 û 22.00’an de deverên Kuro Jaro, Çiyayê Reş, Dola Şîvê û Gundê Filleh ên ser bi herêm a Zapê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatine bombebarankirin. Êrîşên li ser herêmê heta derengiya şevê berdewam kirine. Saet di navbera 23.00 û 00.00 de jî gundê Silê yê Qendîlê û gundê Siyanê yên herêma Garê ji aliyê artêşa dagirker ve hatine bombebarankirin.”
Di encama van êrîşên bê navber û dijwar de 4 gerîlayên leheng ên Kurdistanê tevlî karwanê şehdîan bûne. Em ê piştre nasnameya her çar gerîlayên me yên ku gihiştine şehadetê bi raya giştî û gelê xwe re parve bikin.”