Di êrîşa li dijî Qamişlo de 5 kesan jiyana xwe ji dest da
Di êrîşa li dijî Qamişlo de 5 kesan jiyana xwe ji dest da
Di êrîşa li dijî Qamişlo de 5 kesan jiyana xwe ji dest da
Di êrîşa li dijî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê de 3 jê zarok herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da 4 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, îşev herî kêm 10 topên hewanan li Qamişlo û derdora wê ketin. Di êrîşan de 5 kesan jiyana xwe ji dest da.
Di nav wan de Ehmed Şahbî Hepsî yê 3 mehî û Rama Şahdî Hepsî yê 3 salî jî hene. Hat ragihandin ku kesên jiyana xwe ji dest dane ji malbatên ku ji Helebê koç kirine.
Li gel vê Şîlan Hesen Îbrahîm a 24 salî jî jiyana xwe ji dest da, dayika wê Suîla Osman û bavê wê Amar Wahîd birîndar bûne. Navên kesên din ên jiyana xwe ji dest dane nehat zanîn.
Hat ragihandin ku du topên hewanan li aliyê din ê sînor Nisêbînê ketine û bûne sedema zerara madî.
Heta niha kesî êrîş negirtiye ser xwe.