Di êrîşa li gundê Dewşan de 9 kes hatin binçavkirin
Di êrîşa li gundê Dewşan de 9 kes hatin binçavkirin
Di êrîşa li gundê Dewşan de 9 kes hatin binçavkirin
Piştî leşker û polîsan êrîşî girseya li gundê Dewşan a girêdayî Pîrsûsa Riha kir, 9 kes hatin binçavkirin.
Di encama êrîşa polîs û leşkeran a li hember gelê ku bi rojane bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê li herêma sînor in 9 kes hatin binçavkirin.
Di encama êrîşa danê sibehê ya li hember girseya ku hewl dida li gundê Dewşen kon vedin Mahfus Gurgen û Refîk Kaçar û 7 kesên navê wan nehat zanîn hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Pirsûs. Di dema binçavkirinê de hat dîtin ku polîsan kesên binçavkirî derb dikin.
Li gel vê ji 21’ê kesên ku 3 ji wan welatiyên Elman in 7 kes piştî îfadeyên wan hatin girtin, ji midûriyeta polîsan hatin berdan. Çavlirê ye 14 kesên din jî di saetên şevê de derxin pêşberî dozgeriya nobetdar a li Edliyeya Pirsûs.