Di êrîşên li Efrînê de tiliya Partiya Azadî
Di êrîşên li Efrînê de tiliya Partiya Azadî
Di êrîşên li Efrînê de tiliya Partiya Azadî
Der barê teqînên ku di demên dawî de li Efrînê pêk tên de hêzên Asayîşê 4 kes girtin. Di encama lêpirsîna van kesên ku endamên Partiya Azadî ya girêdayî Mistefa Cuma ne de, têkiliyên tarî yên li herêmê tên meşandin jî hinekî din aşkera bûn. Li gorî îfadeyên van kesan, teqînên li Efrînê di encama têkiliyên hinek hêzên Başûrê Kurdistanê, Partiya Azadî, dewleta Tirkiyê û hinek komên çekdar de pêk hatine.
Hêzên Asayîşa Efrînê têkildarî teqînên li Efrînê beriya demekê 4 endamên partiya Azadî yê girêdayî Mistefa Cuma binçav kirin. Di encama lêpirsîna kesên bi navê Ciwan Ednan Şêxo, Egîd Mistefa, Resûl Mihemed Îsmaîl û Edhem Xelîl Enwer de, tiştên balkêş derketin holê. Li gorî îfadeyên van kesan teqînên berê li Efrînê çêbûne jî wan pêk anîne û têkiliya wan bi Partiya Azadî re heye.
Kesê bi navê Ciwan Ednan Şêxo yê ji gundê Meydana di îfadeya xwe de got ku teqîna beriya salekê li Mala Jinan a li Efrînê pêk hatibû, wî pêk aniye. Şêxo, da zanîn ku dema li Başûrê Kurdstanê dixwend kesek bi navê Hesen Şimdî nas kiriye û derbarê nasandina xwe û Partiya Azadî de ev agahî dan: ''Hesen Şimdî pir bi min re diket nava têkiliyan. Piştî vegeriyam Efrînê jî rojekê bombeyek da min û ji min xwest ku ez bavêjim Mala Jinê ya Efrînê. Her wiha 2 hezar dolar dan min ku kelaşnîkofekê bikirim. Piştre kesên bi navê Bavê Dawid û Welat ên ji Tabûra Azadî hatin gel min û ez bi awayekî fermî tevlî wan bûm. Welat û Bavê Dawid dizî û revandina mirovan dikin.''
HEWLDANÊN DERXISTINA ŞERÊ LEŞKERÊN TIRK Û YPG'Ê
Şêxo di îfadeya xwe de desnîşan kir ku bi armanca nakokî di navbera hêzên YPG'ê û leşkerên Tirkiyê de derkeve ketine nava hewldanan. Li gorî îfadeyan Şêxo ev tişt gotine: ''Carekê kesê bi navê Hemê yê ji Taxa Eşrefiyê hat gel min. Hevlatiya min û Hemê di demeke kurt de çêbibû. Ji min û Egîd xwest ku em leşkerên Tirk ên li ser sînorê Efrînê birevînin, çek û alavên wan bidizin. Bi vê yekê dê di navbera leşkerên Tirkiyê û hêzên YPG'ê de şer derketibaya. Me hewl da ku leşkerên Tirk birevinîn, lê bi me hesiyan em bi ser neketin. Ji ber ku ez serxweş bûm hatim girtin. Hevalên min Egîd û Hemê jî reviyan. Leşkên Tirk ji min re digotin 'tu hevalê PKK'ê yî, tu gêrila yî'. Min ji wan re got ku ez girêdayî Hesen Şimdî im. Bi telefonê bi Hesen re axivîn û jê xwestin ku were, lê Hesen nehat, ji ber wê 7 mehan di girtîgehê de mam.''
ALÎKARÎ JI BAŞÛR GIRTIN
Kesê bi navê Egîd Mistefa jî got ku wî û kesê bi navê Ciwan Şêxo û hevalekî wan yê din, ji bo ku pere peyda bikin û çekan bikirin, hin welatiyên sivîl ji Efrînê revandine û pere ji malbatên wan xwestine. Mistefan di îfadeya xwe de destnîşan kir ku carekê kesê bi navê Ciwan bi wî re axiviye û gotiye ku kesê bi navê Hesen Şimdî hevalê wî ye, ji gundê Dimiliya ye û niha li Herêma Kurdistanê dijî, lê dixwaze wan bibîne. Egîd Mistefa di berdewama îfadeya xwe de wiha dibêje: "Ciwan got ku projeyeke Hesen heye û pêwîste em herin navçeya Kirikhan a bajarê Hatayê yê Tirkiyê da ku bi wî re hevdîtnê pêk bînin. Di hevdîtinê de Hesen ji me xwest ku em tabûrekê ava bikin û got ku hikûmta Herêma Başûrê Kurdistanê bi rêya Kurê Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî dê alîkariyê bike.
ÊRÎŞA LI DIJÎ SEROKÊ MECLÎSA GEL
Em vegeriyan Efrînê, piştî du mehan careke din Hesen bi mere axivî û xwest ku em herin Kirikhanê û wî bibînin. Li ser vê yekê em çûn wir. Hesen ji mere got ku Herêma Kurdistanê ji me dixwaze ku em li dijî PKK ango PYD'ê û TEV-DEM'ê şer bikin. Lîsteyeke navan dan me. Di serê lîsteyê de navê serokê Meclîsa gel a herêma Efrînê Etûf Ebdo û navê Kamîran hebûn. Piştî em vegeriyan Efrînê Ciwan Şêxo bi min re axivî û xwest ku em li herêma sînor hin leşkerên Tirk bigirin û çekên wan ji wan bistînin da ku di navbera YPG'ê û leşkerên Tirk de pevçûn derkevin."
Mistefa diyar kir ku dema dixwestin leşkerên Tirk bigirin, leşker bi wan hesiyane, Ciwan girtine û ew jî reviyane. Mistefa wiha dibêje: "Piştî 10 rojan Hesen Şimdî bi mere axivî û xwest ku em herin Tirkiyê. Em çûn Tirkiyê û li wir hesen ji me re got 'eger hûn dixwazin ku Ciwan were berdan' pêwîste hûn erebeya Etûf Ebdo biteqînin. Piştre me bombeyek ji cem keskesî bi navê Ebû Qasim yê endamê Tabûra Ehrar El- Şam ya Idlibê anî û wî em fêrî teqandinê kirin. Me bombe danî pişt erebeya Etûf û dema ew nêzîk bû me bombe teqand. Piştî teqînê Hesen axivî û got ku Etûf nehatiye kuştin û êrîş biserneketiye, lewma hikûmeta herêmê ji bo berdana Ciwan alîkariyê bi me re nake û çekan jî nade me. Hesen xwest ku em êrîşeke din li dijî asayişê yan jî hin berpirsyarên din pêk bînin. Min jî ev tişt nepejirand, piştre ez pêre axivîm û min jê xwest ku ji min re karekî li Hewlêrê peyda bike, ez 3 mehan li Hewlêrî xebitîm, paşê vegeriyame Efrînê."
Resûl Mihemed Îsmaîl ê ji gundê Zerka ku di mala wî de 25 kîlo madeyên teqemeniyê hatibû dîtin jî di îfadeya xwe de ev tişt gotine: "Ez endamê Partiya Azadî me, hêzên asayişê piştî di mala min de 25 kîlo TNT, bêtêl, çekên bêdeng û telefoneke Sûreya dîtin, ez girtim."
Edhem Xelîl Enwer ê ji gundê Çeqela Navîn ku li ser gumana ku bombe û teqemenî ji Tirkiyê derbasî Efrînê kirine jî di îfadeya xwe de wiha gotiye: "Min Hesen Şimdî ji berê de nas dikir, berî du salan bi min re axivî û xwest ku ez hinek hevalên wî derbasî Tirkiyê bikim. Kesên derbas dibûn du yan sê rojan diman û vedigeriyan. Paşê hevdîtinên wan zêde bûn, carekê ji min xwest ku ez hinek bombe û teqemeniyan derbas bikin. Ew teqemeniyên ku di teqîna Mala Jinê û wesayîta Etûf Ebdo de hatibûn bikaranîn, ev bûn." Kesê bi navê Xelîl Enwer ê ji gundê Çeqelê Wistanî jî li xwe mukir hat ku madeyên teqemeniyê ji Tirkiyê derbasî Efrînê kirine û ev tişt gotin: ''Min Hesen Şimdî ji demeke dirêj ve nasdikir, beriya 2 salan bi riya telefonê li min geriya û ji min xwest ku ez hin hevalên wî bi qaçaxî derbasî Tirkiyê bikim. Hevalên Hesen her 2 rojan diçûn Tirkiyê û dihatin. Carekê Hesen Şimdî ji min daxwaz kir ku ez bombe û madeyên Teqemeniyên derbas bikin. Bombeya ku di teqîna Mala Jinan û wesayîta Serokê Meclîsa Gel a Efrîn Etûf Ebdo yek ji wan bombeyên ku min derbasî herêmê kirine.''