Di encama êrîşa topbaranî ya Îsraîlê li hemberî Beyt Xanûn a li bakurê Şerîda Xezzeyê pêk anî de 3 Filistînî mirin. Bi vî awayî hejmara Filistîniyên di van 24 saetê dawiyê de jiyana xwe ji dest da gihişt 6’an.
Rayedareke Filistînî ragihand ku di encama êrîşa Îsraîlê ya li hemberî Beyt Xanûnê de 3 kesên temenê wan 22, 23 û 26 jiyana xwe ji dest dan. Artêşa Îsraîlê jî îdîa kir ku wana li komek terorîstan xistine.
Di 5’ê îlonê de, danê êvarê artêşa Îsraîlê li dijî Şerîda Xezzeyê êrîşek pêk anî û di encamê de 3 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû.