Di êrîşa li Bexdayê de hejmara miriyan bû 16

Di êrîşa li Bexdayê de hejmara miriyan bû 16

Hejmara kesên ku di encama êrîşên bombeyî yên li taxên cûda yên paytexta Iraq Bexdayê pêk hatin de jiyana xwe ji dest da gihişt 16’ê.

Çavkaniyên nexweşxanyan da diyarkirin ku êrîşa herî bi xwîn li taxa Şûlayê pêk hat û di encama teqîna wesayîta bombe lê bar kiribûn de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha, li taxên Yarmûk, Xezeliye, Ezemiye û Dorayê jî herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin k udi êrîşan de herî kêm 30 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran di daxuyaniya beriya wê de ragihandibûn ku 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 37 kes jî birîndar bûne.

Êrîşên bombeyên yên li Iraqê hema bêje her roj berdewam dikin. Li gorî îstatîstîkên fermî, ji destpêka meha nîsanê ve 126 kes di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dan.