Di encama êrîşên li paytexta Iraq Bexdayê pêk hatin de herî kêm 6 leşker û polîs mirin.
Li gorî nûçeya AFP dispêre rayedarên Iraqê di êrîşa bombeyî ya li dijî navenda polîsan a li Tarmiya ya 45 km ji Bexdayê dûr e pêk hat de, polîsek mir û 2 jî birîndar b ûn.
Di encama êrîşa li dijî kontorla polîsan a li taxa Zayûna ya li rojhilatê Bexdayê de jî 2 polîs mirin û 3 polîs birîndar bûn.
Êrîşa din jî li dijî cihê kontrolê yên leşkeran a li taxa El Emel a li başûrê Bexdayê yê pêk hat û di encamê de 2 leşker mirin û 3 leşker jî birîndar bûn.