Di êrîşa xwekujî ya li dijî avahiya Ewlekariya Netewî ya li paytext Şamê, hate ragihandin ku şefê hucreya krîzê ya ku li dijî bûyerên di Adara 2011’an de ketibû dewrê general Hasan Turkmen jî miriye.
Malaçavdêriya Mafê Mirovan ya Birayên Misilman navend London ku yekem çavkaniya bingehîn ya çapemeniya Rojavaye, ragihand ku di êrîşa xwekujiyê de alîkarê karên leşkerî yê Serok Dewletê Sûriyeyê Beşar El Esad general Hasan Turkmen jî miriye. Ev agahî hêjan ji aliyê çavkaniyên fermî ve nehatiye piştrast kirin.
Di êrîşa îro ya xwekujiyê de Wezîrê Parastinê Davût Rajha û zavayê Serok Dewletê Sûriyeyê Beşar El Esad û heman demê de alîkarê Wezîrê Parastinê Asef Şewket jî mirin.
Şewket, Rajha û Turkmenî ji serê bûyerên Adara 2011’an heya niha bûne 3 kesên asta herî jor yên hatine kuştin.
Çavkaniyê Ewlekariyê didin diyarkirin ku, di êrîşê de Wezîrê Navxweyî Muhammed Îbrahîm El Şaar û şefê Ewlekariya Netewî Hîşam Îhtiyar jî birîndar bûne. Televîzyona dewletê ragihand ku, rewşa Wezîrê Navxweyî başe.