Di Euro de bilindbûna 'lêkolînên gelemperiyê'

Di Euro de bilindbûna 'lêkolînên gelemperiyê'

Pereyê hevbeş ê Yekitiya Ewropayê euro, di van rojên dawiyê de cara destpêkê nirxê wê bilind bû.

Beriya hilbijartinên li Yewnanîstanê li gorî lêkolînên gelemperiyê partiya muhafezekar a ku kêmkirina bûtçeya YE2yê diparast, li pêş bû û vê yekê bandor li bilindbûna bihayê euroyê kir.

Ji ber spekulasyonên ku digotin dê Yewnanîstan ji Euroyê derbikeve, pereyê hevpar ê 17 welatên endamên YE’yê bi daketinek mezin a bihar re rû bi rû mabû.

Piştî ku encamên lêkolînên gelemperiyê yên Yewnanîstanê hatin aşkerekirin, duh euro rêjeya 0,5 biha qezenç kir û li hemberî dolar gihişt asta 1,2574.