Dibe ku mirov li gerdûnê tenê bin, lê mirov nikare bêje cîhanek tenê heye. Li gorî daneyên peyka “nêçîra gerestêrkan” a Kepler ya girêdayî NASA’yê ji sala 2009 ve bi dest xistine, li ser galaksiya me ya Rêya Kadizan herî kêm 17 milyar gerestêrkên dişibin cîhana me hene.
Bi milyaran gerestêrkên dişibin gerestêrka şîn hene. Li gorî Navenda Astrafîzîk a Zanîngeha François Fressin û Harwardê ji sedî 17’yê stêrkên di galaksiya me de bi qasî cîhanê mezin in. Tenê li galaksiya me ya Rêya Kadizan 17 milyar “cîhanên” potansiyel hene.
Pispor, di konferansa konferansa astronomî ya salane ya li Long Beach a li eyaleta Kalîforniyayê ya Amerîkayê de aşkere kirin ku daneyên ku Keplerê di sala 2009 de bi dest xistin, lêkolîn kirine.
Vê peyka Keplerê berê 2400 gerestêrkan tesbît kiribû. Di konferansê de hate aşkerekirin 461 gerestrêkên berendam ên nû hatine tesbîtkirin û daneyên ku hatine bidestxistin, tên lêkolînkirin. François Fressin herî zêde li ser gerestêrkên ku herî zêde nêzî rojê ne lêkolîn kir û ev yek jî dibe sedem ku gelek caran gerestêrk di bin siyê de biînin û bi vî awayî Kepler dikare hêsantir tesbît bike.
Hate diyarkirin ku dê encamên lêkolînê di demeke nêzîk de di kovara “Astrophysical Journal” de bê weşandin. Lêkolîneran piştrast kirin ku gelek “cîhanên super” ên ji cîhana me mezintir hene.