Li eyaleta Colorado ya DYA’yê di dema yekem pêşandana filmê Batmanê de êrîşa çekdarî pêkhat û di êrîşê de herî kêm 14 kes mirin.
Li gorî nûçeya radyoya 850 KOA ku pesartî çavkaniyên polîsan ragihand ku, di êrîşê de 30 yan jî 40 kes birîndar bûne.
Li gorî çapemeniyê herêmî, êrîşa li bajarê Aurorayê şev di demjimêr 00.00’an de di sînemeya Century 16 de, di dema yekem pêşandana filmê Êlih Knight Rises de pêkhat.
Li gorî hinek çavkaniyan, herî kêm 1 kesê rûpûş bi çeka otomatîk gule barandine. Li gorî hinek çavkaniyên din jî, di dema êrîşê de li sînemayê teqînek jî rû da ye. Her wiha hate îdîakirin ku, polîsan li hemberî ihtimala bombeya duwem yekîneyên bombe îmhakirinê anîn parka kompleksa sînemayê lêgerînê dikin.
Hêjan di derbarê mirî û birîndaran de daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn, hate ragihandin ku, piraniya wan zarok 10 kes mirine, 30 heya 40 kesan jî birîndar bûne.
Polîsan ragihand ku, li cihê bûyerê 10 kesan û li nexweşxaneyê jî 4 kesan, bi giştî 14 kesan jiyana xwe ji dest dane, her wiha ji 50 kesan zêdetir jî birîndar hene. Hate diyarkirin ku, di nava mirî û birîndaran de gelek zarok hene.
Şefê polis Dan Oates da diyarkirin ku, li nêzî cihê bûyerê kesekî li ser wî kêr û demance hatiye binçavkirin. Piştî Oates aşkera kir ku, li mala kesê navî nehate gotin madeyên teqemeniyê hene, herêmeka derdora sînemayê hate valekirin.