Di gora komî ya Bassa de hestiyê 4 kesan hat dîtin

Di gora komî ya Bassa de hestiyê 4 kesan hat dîtin

Li Gundê Bana yê navçeya Bassa ya Şirnexê di kolandina gora komî de hestiyê aydî 4 welatiyên gundî hat ditin.

Di 4'ê Hezîrana 1994'an de li Gundê Banna yê Navçeya Bassa ya Şirnexê, leşkeran operasyon pêk anîbû. Di operasyonê de 4 welatiyên sivîl û 7 gerîlayên  PKK'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Li gel 7 gerîlayên  PKK'ê ku navê wan nehat zanîn welatiyên gund Mehmet Ozkan (60), Mehmet Kaya (56), Şerif Ekin (20) û Abdulselam Demir (26) ji aliyê leşkeran ve hatibûn qetilkirin. Piştî cihê gorên wan hatin tespîtkirin û malbatan serî li dozgeriyê dan, Dozgerê Komarê yê Cizîrê ligel parazvanên mafên mirovan û endamên malbatê çûn lêkolîn kirin. Heyeta ku ji dozger, parêzerê malbatê û di heman demê de Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem a Şirnexê Veysel Vesek, rêveberên MEYA-DER, ÎHD û BDP'ê pêk dihat çûn li nêzî Gundê Bana kolandin kirin. Li gundê ku leşkeran tedbîrên mezin girtin kolandin hat kirin. Di kolandinê de hestiyê aydî 4 welatiyên sivîl ku li betaniyê hatibû pêçan hat dîtin.

DI 2 CENAZEYAN DE 34 GULE HATIN DITIN'

Di kolandina gorê de, di nava cilê aydî Mehmet Ozkan ku roja hat kuştin li xwe kiribû de 16 û di nava cilê Mehmet Kaya de 18 gule hatin dîtin. Hat zanîn ku di kolandinê de hestiyên welatiyên sivîl ên aydî Şerif Ekin û Abdulselam Demîr jî hatin dîtin. Hestiyên 4 welatiyên ku ji gora komî hatin derxistin ji bo otopsî û testa DNA'yê dê bişînin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Dozgeriyê ku der barê dosyayê de biryara veşartî da, dawî li kolandinê anî.