Di hefteya 246’an de Xizmên windayan kujerên Taşkaya û Liceyê pirsîn

Di hefteya 246’an de Xizmên windayan kujerên Taşkaya û Liceyê pirsîn

Şaxên ÎHD'ê û Xizmên windayan li Amed, Êlih û Îzmirê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyên xwe di hefteya 246'an de berdewam kirin. Xizmên windayan vê hefteyê komkujiya Liceyê ya sala 1993'an û kuştina Huseyin Taşkaya pirsîn. Di çalakiyan de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş jî.

AMED

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan bi silogana "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 246'an de dîsa li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê çalakiyên xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de rêvberên ÎHD, Dayikên Aştiyê, nûnerên MEYA-DER û KESK'ê û gelek kesên din amade bûn. Xizmên windayan di çalakiyê de pankarta "Ew di şev û demek bê wext de ji malê hatin binçavkirin, Careke din êdî venegeriyan malê" vekirin û wêneyên windayan hembêz kirin. Di çalakiyê de Serokê şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bilicî, diyar kir ku di hefteya 246'an de lêgerîna edaletê berdewam kir. Bîlîcî, bal kişand ser komkujiya Lîceyê û wiha got: "Komar li ser polîtîkaya înkar û îmhayê hatiye avakirin. Li Liceyê xwîn rijiya. Ji Liceyê heta niha gelek komkujî pêk hatin. Dewletê li hemberî kurdistanê gelek sûc kirine. Bi taybetî di serdema şerê li herêmê de li dijî gelê kurd pir sûc kiriye. Me wekî parazvanên mafên mirovan xwest her tim balê bikişînin ser vê yekê. Serokomar Suleyman Demirel, wê demê gotibû "Li tenişta Liceyê mihek jî winda bibe berpirsiyarê wê em in. Lê wê demê li şûna avê xwîn di Dîcleyê de diherikî. Çima hesapê vê yekê nepirsîn."

'BERPIRSIYARÊ KOMKUJIYÊ DEWLET E'

Bîlîcî, destnîşan kir ku dixwaze PKK'ê wekî berpirsiyarên komkujiyê nîşan bide û wiha berdewam kir: "Yek ji van komkujiyên dewletê jî Lice ye. Dewlet bi israr dixwaze vê yekê têxe situyê PKK'ê. Lê îro dewlet li xwe mikur tê û dibêje wê demê çalakiya PKK'ê li wir tune bû. Em ji dibêjin ev komkujî ji aliyê dewletê ve hatiye kirin.

Rêveberê MEYA-DER'ê Adnan Orhan jî anî ziman ku wekî MEYA-DER'ê dibêjin heta komisyona heqîqetê neyê avakirin ev pirsgirêk çareser nabe.

Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê Necibe Guneş Perinçek, jî komkujiya Liceyê ya 1933'an vegot û navê kesên di komkujiyê de wiha rêz kir: "Di komkujiya Liceyê de Tutiye Talan (66), Tahir Kozat (70), Zana Mercan (16), Suna Canturk (4), Dilbirin Canturk (2,5 ), Huseyin Canturk (13), Ali Canpolat (25), Huseyin Boga (34), Salih Boga (29), M. Rezzak Yildirim (65), Abdullah Îzgi (40), Mehmet Kaya (32), Mustafa Çakir (40), Zana Çakir (18), Halil Dogan (70), Mela Mehdin Guler (47), Mamoste Nurettin Soyer jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî kuştina wan li 8'emîn DadgehaCezayên Giran a Âmedê doz hat destpêkirin.

Piştî axaftinê ji bo komkujiya Liceyê ya 20 sal berê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÊLIH

Weke her hefteyê li Êlihê, Rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li Kolana Gulîstanê berdewam kirin. Di çalekiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin faîlên wan bên darizandin” hat vekirin û malbat û xizmên windahiyan wêneyê kesên wenda hildan. Di çalekiyê de malbat û xizmên windayan, rêveber û endamê ÎHD, rêveberên BDP, KURDÎ-DER, MEYA-DER, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, û gelek kes amade bûn. Ewil li ser navê ÎHD û malbatên windayan Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Osman Kunteş axivî. Kunteş, bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û got ku girtiyê li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê yê bi navê Salih Şîmşek ê ku taşkê wî tuneye tê girtin bê sebep û suçdarî tê girtin. Kunteş, wiha got: “Salîh Şîmşek tu pêdiviyê xwe nikare bi cih bîne. Lê tenê du sê hevalê wî dibin alîkar. Kesê di doza Ergenekonê de tên darizandin ji bo wan rapor heye. Lê belê ji bo girtiyên kurd ku girtîgehan de ne li gel nexweş û astengdarin rapor nadin wan.”

‘DÎWARÊ ŞERMÊ DI NAVBERA DU GELÊN BIRA DE NAYÊ QEBULKIRIN’

Piştî Kunteş, rêveberê ÎHD’a Êlihê Îlyas Ekîncî daxuyanî xwend û got ji bo aqubeta windayan aşkere bibe ew 246’emin hefteye li qada ne. Ekîncî, anî ziman ku ji ber pirsgirêka kurd ne hate çareserkirin di encama li heremê şer û pevçûnên hatin qewimandin de ji ber pêkanînên dij mirovahî bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan. Ekîncî, da zanîn ku li gel windakirina bi hezaran kes işkence û zordariyê bi hezaran gund hatin talankirin û vala kirin. Ekîncî, destnîşan kir ku ew siyaseta hikûmeta AKP’ê ya li hember Rojava rast nabînin û nêzîkatiya ‘dîwarê şermê’ ya li ser sînorê Rojava û Tirkiyê didin çêkirin nayê qebulkirin û got ku du gelên bira ji hev du diqetînin. Ekîncî, diyar kir ku ew di baweriya ku hikûmet ji bo geşedanên Rojava de polîtîkayên ji bo gelê kurd, tirk û gelên din ên li heremê dijîn de tiştên baş derbixe holê.

Çalekî piştî daxuyaniyê bir çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû