Li paytexta Swêd Stockholmê ji sala 1990’î heta niha Hefteya Avê ya Cîhanê tê pêkanîn û bingehê vê hefteyê ‘Ewlehiya Xurek û Avê ye’. Hefteya Avê ya Cîhanê ji 26’ê tebaxê dest pêb kiriye û heta 1’ê îlonê dê bidome. Ji sed welatî nêzî du hezar peywirdarên hikûmetê, burokrat, nûnerên rêxistinên civaka sivîl dê pirsgirêk avê nîqaş bikin. Pirsgirêka avê ku her diçe zêdetir dibe, dê bi konferans, panel û civînan bê nirxandin. Kesê ji bo tasarufa avê bikevin nava hewldanan jî dê bê xelatkirin.
Juriiya Hefteya avê ya Cîhanê îsal biryar dan ku xelata Avê bidin Pepsî Cola ku li gorî sala 2006’an di sala 2011’an de 16 mîlyar lître av taseruf kiriye. Hinek welat li dijî vê biryarê ne razî ne.
HEFTEYA AVÊ YA CÎHANÊ DIBE BAZIRGANÎ
Nûnerên Konfederasyona EPSU Jerry Van Deng li hemberî biryara ku xelatê didin Pepsî Colayê nerazî ye. Jerry diyar dike ku Pepsî Cola îmajeke ne rast pêş dixe û got “ava ku tasarufa wê dike beşeke biçûk ya ava bikartîne ye.” Jerry da zanîn ku Pepsî şîrketeke ku herî zêde avê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne ye.
Çalakiyên Hefteya Avê ya Cîhanê her diçe ji armancên xwe dûr dikeve reklamên gemerdanên mezin dike û bûye platformek ku faliyetên lobiyê dimeşîne ye. şîrketên ku ji bo karê bikin çavkaniyê avê bi kar tînin, di heman demê sponsoriya Hefteya Avê jî dikin.
LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN DURÛ YÊN SWÊDÊ XWEPÊŞENDAN
Li bajarên Vîsby, Stockholm, Lund û Orebro bi armanca ku destûrdayîna vekirina ocaxa kilsê ku rê li ber qirêjbûna çavkaniyên avê ya Girava Gotland a Swêdê vedike, çalakiyên protestoyî hatin pêkanîn. Li bajarê Vîsby a Girava Gotlandê li ber avahiya Meclisa Giştî ya Navendê bi sedan kes hatin cem hev û talankirina xwezayê ya ji aliyê gemerdanan ve protesto kirin. Di saetên êvarê de li Almedalenê siyasetmedar û nûnerên şîrketa Nordfalk hatin cem hev û xwepêşendanek pêk anîn.
Tê destnîşan kirin ku dê çalakiyên protestoyî bidomin. Roja înê li Ostersundê û roja yekşemê jî dê Goteborgê çalakî bên pêkanîn.
LI DIJÎ TAYBETKIRINA AVÊ KAMPANYA
Gemerdanên ku êdî di her tiştê xwezayê de karê dike dest dirêjê avê jî krine. Li gelek welatên Ewropa û Cîhanê ji ber pêkanîna polîtîkayên neolîberal derfetê ji bo bikaranîna avê ya wekê metayê zêde dike. lig elek welatan çavkaniyê avê dewrê sektora taybet dikin. Handana herî mezin a jî IMF, Komîsyona Yekitiya Ewropayê û Bankaya Navenda Ewropayê dike. Ev her sê lijne li Portekîz û Yewnanîstanê taybetkirina avê ferz dike. Sendîkayê li Ewropayê xebatên dimeşînin li dijî vê nerazî ne û biryar dan ku dê kampanyayê bidin destpêkirin.
HEDEF MÎLYONEK ÎMZE YE
Yekitiya Ewropayê di meha nîsanê de rêziknameyeke bi anvê ‘Însiyatîfa Welatî’ xiste meriyetê. Rêzikname ji bo welatiyên Yekitiya Ewropayê mafê pêşniyara derxistina makeqanûna nû û guhertina makeqanûnê dide nasÎ. Lê divê ji bo vê mîlyonek îmze bê berhevkirin.
NY: PIRSGIRÊKA AVÊ KARESATEKE BÊ DENG E
Li welatên pêşveçûyî û yên pêşveneçuyî ji bo gelê xizan hêj pirsgirêkeke cidî ya ku li bende çaseriyê ye. Li cîhanê 900 mîlyon kes ji ava vexwarinê û 2.5 mîlyar kes jî ji derfetên tuwaletê bê parin. Di deqeyekê de 4 zarok ji ber bêaviyê û ava nepaqij jiyana xwe ji dest didin. Her sal 1,8 mîlyo zarok ji ber ava ne paqij dimirin. Netewên Yekbûyî diyar dike ku ku pirsgirêk ava ‘karesateke bê deng e.”