Di herêma navbera Cizîr-Kobanê de çeteyan windahiyên giran dan
Di herêma navbera Cizîr-Kobanê de çeteyan windahiyên giran dan
Di herêma navbera Cizîr-Kobanê de çeteyan windahiyên giran dan
Pêngava YPG'ê ya ji bo şikandina dorpêçiya Kobanê ber bi Til Ebyad ve hat destpêkirin, di roja sêyemîn de bi şerê dijwar dewam dike. YPG'ê da xuyakirin ku di şerê heta niha 40 çete hatine kuştin. Hat ragihandin ku 9 şervanên YPG'ê di vê pêngavê de jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, der barê pêngava YPG'ê ya ber bi Til Ebyadê (Girê Spî) ya ji bo şikandina dorpêçiya Kobanê ji Serêkaniyê destpê kir, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku operasyona li herêmên Ravya, Dehma û Mebrûka yên li başûrarojavayê Serêkaniyê hatibû destpêkirin di roja seyemîn de dewam dike.
Di daxuyaniyê de ev agahî aht dayîn: "Hêzên me qadeke ji 10 km pêk tê û di nav de qederek gund û gundikên di destê çeteyan de jî heye bi pêş ve çûne û derbên giran li çeteyan xistine. Çete, bi hêzên teqwiye yê ji Girê Spî (Til Ebyad) û ji rojhilatê Kobanê tînin, hewl didin pêşveçûna hêzên me bisekinîn. Hin jî li Mebrûka û derdora wê pevçûnên giran û dijwar tên jiyîn. Heta niha bi qasî ku hêzên me zelal kirine 40 çete hatine kuştin. Di çalakiyên me yên ber bi pêş ve de, 9 rêhevalên me yên qehreman ku bi fedakarî û biryardarî şer dikirin, gihiştin şehadetê."