Di hilbijaritinên Baskê de Bildu bû hêza duwemîn

Di hilbijaritinên Baskê de Bildu bû hêza duwemîn

Li herêma xweser a Spanya Baskê, partiya nijadperest a muhafezekar PNV di hilbijaritnên parlementoyê de bi ser ket. Partiya EH Bildu ku ji kevneşopiya Batasunaya hate qedexekirin, jî weke ku li bendê bû, bû hêza duwemîn. Di hilbijartinên li Galîçyayê jî Partiya Gel a rastgir ku niha desthilata Spanyayê ye, bi ser ket.

Ji 17 herêmên xweser, herêmên Bask û Galîçya roja yekşekmê hilbijartin pêk anîn. Partiya Gel a Serokwezîr Marioano Rajoy careke din li herêma Galîçya bû desthilat û ji 75 kursiyan, 41 kursî bi dest xist. Sosyalîstan jî 18 kursî bi dest xistin.

Li herêma Baskê ku şêniya wê 2.2 milyon e, weke ku dihat payin, partiya nijadperest PNV bi ser ket. PNV’ê ji 75 kursiyan, 27 kursî bi dest xist û partiya EH Bildu jî kursiyên xwe ji 16’yê gihand 21’ê û bi vî awayî serkeftinek mezin bi dest xist. Partiya El Bildu ji kevneşopiya Batasûna ya ku hate girtin tê.

Bi vî awayî dê PNV dê careke din hukûmetê ava bike, lê nayê zanîn dê bi kê re li hev bike. Li gorî çavdêran partiya EH Bildu dixwaze bi sosyalîstan re îtîfaqê çêbike.