Di hilbijartinan de herî zêde gelê Duhokê çû ser sindoqan

Di hilbijartinan de herî zêde gelê Duhokê çû ser sindoqan

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinê Serbest Mûstafa Amêdî da xuyakirin ku hilbijartinên duh ên Parlamenta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê bi beşdariya rêjeya ji sedî 73.9'an pêk hatiye û herî zêde şeniyên Duhokê beşdar bûne.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinê Serbest Mustafa Amêdî der barê rêjeya beşdariya li hilbijartinên duh ên ji bo parlamenta ji 111 kursiyan de anî ziman ku li gelemperiya Başûrê Kurdistanê ji sedî 73.9'an beşdarî çê bûye. Amêdî ragihand ku bi rêjeya ji sedî 76'an Duhok di rêza yekemîn, bi rêjeya ji sedî 73'an Silêmanî di rêza duyemîn û bi rêjeya ji sedî 71.7 jî bajarê Hewlêrê di rêza sêyemîn a beşdariya li hilbijartinan cih girtine.

Amêdî xwest, kes baweriya xwe bi encamên hilbijartinê yên di çapemeniyê de cih digirin nînin û da xuyakirin ku encamên dawî wê ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinê ve bê diyarkirin.

Di hilbijartina bê bendê de, wê li gorî rêjeya dengan 111 endamên parlamentê bên hilblijartin.

Di hilbijartinên parlementa Başûrê Kurdistanê de 31 partiyan li ber xwe dan. Di hilbijartinan de dengdêr dengek ji bo partiyê û yek jî bo namzet du deng bi kar anîn.

Di hilbijartinên îsal de cara yekemîn sîstema amûrên elektronîk hate bi karanîn. Navên wek hev yên di lîsteyan de jî pirsgirêk derxistin.

Ji bo hezar dengdêrên li kampên Girêgewrê û Misrikê destûr ne hat dayîn ku biçin ser sindoqan dengê xwe bi kar bînin. Li rexmê ku navê wan di lîsteyên hilbijartinê de heyî û di hilbijartinên derbasbûyîn de dengên xwe bi kar anîn jî, lê di vê hilbijartinê de bi hinceta ku qarta wan ya erzak nîne dengdana wan hat asteng kirin. Li aliyê din hat îdiakirin ku pêşmergeyan jî bi dengdêran re deng bi kar anîne.