Di hilbijartinê de Mihemed Mursî bi ser ket

Di hilbijartinê de Mihemed Mursî bi ser ket

Encamên hilbijartina serokomartiyê yên Misirê aşkere bûn. Hat ragihand ku di hilbijartinê de namzedê Birayên Misilman Mihemed Mursî bi ser ketiye.

Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê Farûq Sultan encamên tûra duwemîn a hilgijartinê aşkere kir. Sultan ragihand ku di hilbijartina Ehmed Şefîq û Muhemed Mursî ketibûn pêşbaziyê de Mursî bi ser ketiye. Sultan diyar kir ku Mursî ji sedî 51,3 yê dengan wergirtiye.