Di hilbijartinên herêma Federal a Kurdistanê de sextekarî

Di hilbijartinên herêma Federal a Kurdistanê de sextekarî

Li Herêma Federal a Kurdistanê têkildarî jimartina dengên hilbijartinên 21'ê Îlonê, hat tespîkirin ku sextekariyê hatiye kirin. 

Têkildarî hilbijartinên Herêma Federal a Kurdistan hejmara dengên hilbijartinên 21'ê Îlonê ku berdewam dikin hat tespîtkirin ku li devera Soran (Diyana) sextekarî hatiye kirin.

Di jimartina dengan de li cem wezîfedarên dengan ji bilî pênûsa sor ku pêwîst e tu pênûseke din nîn be, tê dîtin ku li ser maseyên deng tên hiilbijartin di destên wezîfedaran de pênûsên şîn hene. 

Ligel wê li navenda jimartina dengan de cîhaza elektronîk a ji bo dengan tê bikaranîn hat dîtin.

Di kontrola dengan de hat tespîtkirin ku piştî hilbijartinan bi 4 rojan li gor dîroka 25.09.2013 deng hatine bikaranîn. 

Der barê bûyerê de nûnerên partiyên Yekgurtî Îslamî, YNK, Tevgera Goran, PÇDK û Komala Îslamî dan xuyakirin ku di jimartina dengan de şik û guman bi mirovan re çêbûne û bang Desteya Hilbijartina Bilind kirin da ku ya pêwîst bê kirin. 

Li heman herêmê berî niha bi 2 rojan jî di maşîneyên hêzên pêşmerge de sindoqên ku deng di wan de, hatibûn girtin û wêneyên wan bi rêya înternetê hatibûn belavkirin.