Di jiyana xwe de min yekem car hovitiyek wiha dît

Di jiyana xwe de min yekem car hovitiyek wiha dît

Parlementerê Parlementoya Ewropayê û Serokê Komîsyona Mafê Jinan û Wekheviya Zayendiya Civakî Mikael Gustafsson û Berdevka Têkiliyên Derve ya Partiya Çepgir a Uppsalayê Yekbûn Alp beşdarî mitînga BDP’ê ya di 14’ê Tîrmehê de li Amedê hat lidarxistin de bûn û diyar kirin ku tu ferqa bûyerên li Amedê qewimîn ji şer tune bûn û gotin; “Ev yekem care em hovitiyeke wiha dibînin.”

Gustafsson piştî hevdîtinên xwe yên ji bo xebatên wekheviyê yên Tirkiyeyê yên ji bo hevsengiya bi YE’yê re hatibû Enqereyê û piştre ji bo beşdarî mitînga dihat plankirin ji aliyê BDP’ê ve bê lidarxistin, çûbû Amedê.

Gustafsson nêrînên xwe yên der barê bûyer û êrîşê polîsan ên li hemberî gel û parlementeran de bi me re parve kir û got ku destûrnedana mitînga BDP’ya ku nunertiya Kurdan dike, êrîşa li hemberî parlementer û gelê beşdarî mitîngê bibûn, nîşan didin ku li Tirkiyeyê azadiya raman û azadiya xwepêşandandan tune ye. Guastafsson ragihand ku ew di jiyana xwe de yekem car e beşdarî xwepêşandaneke wiha dibe û destnîşan kir ku hovitiya polîsan ew matmayî hiştine.

Parlementerê YE’yê Guastafsson wiha got; “Li serê her kuçe û kolanê panzer hebûn. Ez bi parlementerên BDP’yî re bûm. Polîsan nehiştin em biçin qada mitîngê. Piştî ku me ji bo çûyîna qadê israr kir, nîqaş çêbûn. Polîsan bombeyên çavsoj avêtin. Ez jî ji bombeyê bandor bûm û min rûyê xwe şuşt. Piştî ku parlementer û gel paş de venegeriyan, polîsan careke din bi bombeyên gazê û ava bîbaran êrîş kirin. Li gel wê jî ava şid jî avêtin me. Mirovên ji ber êrîşa seqet bûn, ketin erdê. Gel ji bo ji êrîşa polîsan rizgar bibin, çûn hundirê mizgeftê, polîsan li wir jî êrîş kir.”

Gustafsson destnîşan kir ku ji bo welatek berendamê YE’yê jêre nayê qebûlkirin ku li hemberî daxwazên gel ên ji bo derketina qadan êrîşên wiha pêk bîne û ev nirxandin kir; “Dewlet dixwaze bi karanîna tundiyê gel bitirsîne û hêza xwe nîşan bide. Tirkiye naxwaze mafên ku dide kesên din ên li Tirkiyeyê dijîn, bide gelê Kurd jî. Ew êrîşên ku min dît ez matmayî hiştim. Destûr nayê dayîn ku partiyên siyasî û parlementer xebatên xwe yên polîtîk bimeşînin. Kurdên ji ber mafên xwe yên sereke têdikoşin têne girtin. Ji bo xwe di girtin û êrîşan de mafdar nîşan bidin, wana bi terorê tawanbar dikin.”

Gustafsson nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikûmeta Swêdê ya li hemberî van êrîşan û destûrdana ji bo axaftina Serokkomarê Tirk Abdullah Gul a ku dê di serdana xwe ya meha îlonê, di Parlementoya Swêdê de bike da.

Yekbûn Alp jî diyar kir ku ew beşdarî gelek xwepêşandanên li Kurdistanê yên li rastî êrîşa polîsan hatiye bûye û destnîşan kir ku wê yekem car di 14’ê Tîrmehê de êrîşa ewqas dijwar a polîsan dît.

Alp ragihand ku gelê Kurd di xwepêşandana dawiyê de biryardariya xwe ya ji bo parastina rêberê xwe Ocalan nîşanî hemû cîhanê daye û ev bang li YE û Swêda ku li hemberî êrîşê bê deng man kir; “Êdî dest ji sê meymûntiyê: Gêj, lal û kor berdin.”

Alp bi bîr xist ku dîmenên li Amedê şer dianîn bîra mirovan û destnîşan kir ku ev 30 sal in dewleta Tirk nekariye têkoşîna gelê Kurd asteng bike û ji îro pêve jî hêza wî tune ye ku asteng bike.