Di kolandinên Bendava Ilisû de 4 gund û bajarok hatin dîtin

Di kolandinên Bendava Ilisû de 4 gund û bajarok hatin dîtin

Di kolandinên li Girikê Emer ên ji bo Bendava Ilısû (Germav) de, li gundê Işikveren ê navçeya Êlih Qûbînê, 4 gund an jî bajarokê hezar sal Beriya Mîladê (B.M.) hatin avakirin, hatin dîtin. Her wiha malên ji kevir ên beriya 3 hezar salan ku hînê hatine parastin, banoke û altoyeyên tevnê hatin dîtin.

Şêwirmenda Zanistî yê Kolandinên Girikê Emer Hîndekarê Beşa Arkeolojî û Dîroka Hunerê ya Zanîngeha Koçê Alk. Doç. Dr. Gul Pûlhan der barê kolandinan de daxuyanî da û diyar kir ku di kolandinên li Girê Emer ê îsal ketiye sezona pêncemîn, 4 gund an jî bajarokên hezar sal beriya mîladê hatine dîtin.

Pûlhan anî ziman ku wan li wargeheke li rojhilatê Çemê Xerzanê, qadeke bicihûnê ya beriya 3 hezar salan kolandine û malên ji kevir dîtine ku ji hingî ve gelekî baş hatine parastin.

Pûlhan got, "Li vê derê taxeke serdema hesin a pêşwext heye" û diyar kir ku ev hemû tax li aliyê rojhilatê girike û wiha peyivî:

"Em di nava xwe de ji vê re dibêjin 'wargehên Xerzanê'. Ev ji bo me gelekî girîng e. Ji ber ku weke arkeolog em di wê baweriyê de bûn ku li herêma Dîcleyê jiyaneke bicihbûyî ya bi vî rengî di wê demê de nîne. Lê me li vê derê rastî jiyaneke bicihbûyî ku bi çandinî û gelek karên din re mijûl dibûn, rast hatin. Dîsa me atolyeyeke hezar sal beriya mîladê dîtin. Bi dîtina me, ev der ji bo boyaxkirina çerm yan jî kevnikan hatiye bikaranîn. Hema hema li her derê em rastî nîşaneyên arkeolojîk ên tevnkariyê hatin. Agahiyên me ji kolandinan derxistine holê nîşan didin ku mirovên li vê derê hingî bi karê tevnê re mijûl dibûn."

Pûlhan da xuyakirin ku bi van keşfan re ew dikarin bêjin ku mirovên hingî civakeke cotkar bû û got, "Em dikarin bêjin, ji sedî sed ev mirov bi karê bikaranîna çerm re mijûl dibûn. Bi xwedîkirina heywanan re jî mijûl dibûn. Em li Girê Emer rastî atolyeyeên seramîk nehatin, lê belê gelek perçeyên seramîk derketin pêşiya me."