Di komkujiya Parîsê de lêpirsîn Tirkiyê nîşan dide!
Di komkujiya Parîsê de lêpirsîn Tirkiyê nîşan dide!
Di komkujiya Parîsê de lêpirsîn Tirkiyê nîşan dide!
Parêzerê xizmên 3 jinên Kurd ên roja 9'ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin Antoîne Comte di hevpeyvîna xwe ya li gel ANF'ê de diyar kir ku di lêpirsînê de "pêşketinên mezin" hene û destnîşan kir ku lêpirsîn Tirkiyê nîşan dide. Parêzer got, "Gelek hêman hene ku berpirsyariya dewleta Tirk nîşan didin."
Komkujiya Parîsê ya di encamê de yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) bi guleyên berdan serê wan jiyana xwe ji dest dan, saleke xwe dadigire. Ji ber nepenîtiyê, der heqê lêpirsînê de bi awayekî fermî ti agahî nayên dayîn. Lê belê parêzer Antoîne Comte di hevpeyvîna xwe ya li gel ANF'ê de anî ziman ku "Gelek hêman hene ku berpirsyariya dewleta Tirk nîşan didin." Comte destnîşan dike ku ji bo Tirkiye vê mijarê bi tenê bi Fransayê re neaxive, divê bûyer Ewropayî bibe.
Der heqê qetilkirina sê jinên Kurd li Parîsê, hîn gelek pirs li benda bersivê ne. Lêpirsîn di kîjan astê de ye? Bi rastî jî pêşketin heye?
Belê. Divê ev yek were diyarkirin, ku li gorî hiqûqa Fransayê di dema lêpirsînê de parêzer neçare li gorî esasê nepenîtiyê tevbigere. Yanî hemû parêzerên tev li lêpirsînê dibin, çi parêzerê mudaxîl, çi jî parêzerê bersûc, neçarin li gorî nepenîtiya pişeyî tevbigerin. Lê dikarim bi awayekî vekirî bêjim, ku di dosyayê de pêşketinên mezin hene. Lêpirsîn, berpirsyariyên Tirk nîşan dide. Ev girîng e.
DI GUSTÎLKÊ DE SÊ HEYV HEYE
Rayedaran taliyê, karektera siyasî ya vê qetilkirinê qebûl kirin?
Eger berê lêpirsînê ber bi Tirkiyê ve be, hingî bi dîtina min dê karektera wê ya siyasî diyar bibe. Destpêkê hat gotin ku cînayeteke çavnebarî ye. Lê niha kes cesaretî vê nake. Dîsa di destpêkê de hat gotin ku hesabpirsîneke navxweyî ya PKK'ê ye. Lê êdî kes nema dikare vê bêje. Niha, ji têkiliyên bi kujer re, ji axaftinên telefonê û agahiyên teknîkî, pêwendiya Tirkiyê tê zanîn. Gelek hêman hene ku berpirsyariya dewleta Tirk nîşan didin. Pêwendiya xwe ya bi dewleta Tirk re, nizanim ku bi komên radîkal ên rastgir re ye yan na. Lewre kesekî ku bi radîkalên herî tund ên Tirk re xwedî têkiliyeke zêde ye. Xwedî gelek pêwendiyan e. Li ser gustîlka wî sê heyv heye.
Bi dîtina min, li ser vê dosyayê du servîsên polîsan ên xwedî nêzîkatiyên ji hev gelekî cuda, hene. Yek jê lêkolînên krîmînal ên rast dike, ya din jî xwedî vîzyona aşkerakirina arşîvên Kurdan e. Lê dikarim ji dil ve bêjim ku mirovên bi awayekî cidî li ser vê dosyayê dixebitin, nêrîna cînayeta çavnebariyê terikandin e.
Wê demê mirov dikarin bêjin ku berê lêpirsînê zîviriye Tirkiyê?
Belê. Ya ji niha pê ve were kirin, pêwendiya xwe bi alîkarîdayîn yan jî nedayîna Tirkan re heye. Ev bi rastî jî pirsgirêkeke girîng e. Ji bo Tirk alîkariyê bide me divê çi were kirin? Rewşeke kêmpeydeyiye, ku di rewşên bi vî rengî de dewletek bi rêya ajanên xwe agahiyan peyda bike. Rewşeke zêde nayê dîtin e. Em nikarin li benda vê bin. Lewma, ji bo dewleta Tirk bi tenê bi Fransayên pê re xwedî têkiliyeke başe neaxive ji bo bi Ewropayê biaxive, divê pirsgirêk bibe Ewropayî.
Çima welatên din ên Ewropayê bi vê pirsgirêkê re mijûl nabin?
Ev qetilkirin li qada Schengenê rû da. Yek ji mirovên hatin qetilkirin Sakîne Cansiz li Almanyayê xwedî mafê penaberiya siyasî ye. Fîdan dema keçeke ciwan bû hat Fransayê û beşek ji malbata wê welatiyê Fransayê ye. Ev rewş Ewropayê eleqedar dike, ne tenê Fransayê. Divê Ewropa dest biavêje bûyera qetilkirinê û ji rayedarên Tirk li benda bersivê be.
ÎSTÎXBARATA FRANSAYÊ OMER GUNEY DIŞOPAND?
We serî li dozgeriyê dabûn ku were aşkerakirin ka bersûc Omer Guney ji aliyê servîsên îstîxbaratê yên Fransayê ve hatiye şopandin an na. Lê belê ev daxwaza we bi hinceta 'pêwendiya xwe bi bûyerê re nîne' hatibû redkirin. Ev pirs wê bersivê nebîne?
Di mijarê de livandinek heye û ev livandin wê dewam bike. Bêguman min xwest were lêkolînkirin ka der heqê bersûc Omer Guney de agahî hene yan na, ji ber ku servîsên Fransî di çarçoveya erka xwe de neçarin haya wan ji ajanên biyanî yên li welatê wan kar dike hebe. Ji xwe ev pîşeyê wan e. Destpêkê hat gotin ku ev ne girîng e, pêwendiya xwe bi mijarê re nîne û pêwistî pê nedîtin. Em li dadgehê li dijî vê bersivê derketin. Emê vê pirsê ji Dadgeha Îstînaf a Parîsê bikin, di her halî de rewş tên guhertin. Niha bi agahiyên nû yên di destê me de, dibe ku pirskirina vê pirsê dê hêsantir be.
AGAHIYÊN NÛ HENE
Ev agahiyên nûn behs dikin çi ne?
Hêmanên nû Tirkiyê nîşan didin. Nikarim ji vê zêdetir bêjim. Ji aliyê min ve ev gelekî zelal e.
Mala dozgera antîteorê Jeanne Duyé ya li dosya qetilkirina hersê jinan dinihêrî di roja 23'ê Îlonê de hat şelandin. Gelo bi dîtina we pêwendiya vê bûyera diziyê bi dosyayê re heye?
Ez nikarim vê bêjim. Hat gotin ku bûyereke diziyê ye. Ya rast, bûyereke diziyê li mala dozgerekî-ê timî dek û dolaban dixe hişê mirovan. Lê ez nikarim bêjim ka pêwendiya vê bi dosyayê re heye yan tineye. Yên ku bersiva vê pirsê bidin servîsên polîsan an jî dadger in. Lê belê rayedarên Fransî li pêşberî vê rewşa ku di dema qebûlkirina servîsên Tirk de rû da, dikarin matmayî bimînin. Her tim rewşeke matmayî ye.
LI ALMANYA Û HOLANDA JÎ LÊPIRSÎN TÊ MEŞANDIN
Li welatên Ewropa yên mîna Almanya û Holandayê jî der barê bûyera Parîsê de lêpirsîn tê meşandin?
Belê belê. Li Holandayê jî lêpirsîn tê meşandin. Li Almanyaya ku Omer Guney beşek ji ciwantiya xwe lê derbas kir jî lêpirsîn tê meşandin.
Di çarçoveya van lêpirsînan de jî agahiyên nû hatin peydakirin?
Gelek tişt tên zanîn, lê belê divê bînim bîra we ku ji ber nepenîtiya pîşeyî zêde nikarim biaxivim.
DIBE KU LÊPIRSÎN DI NAVA SALEKÊ DE TEMAM BIBE
Ev nepenîtiya dosyayê wê heta kengî dewam bike?
Heta lêpirsîn temam bibe, dê dewam bike. Eger lêpirsîn şeş mehan dewam bike, dê hingî bi dawî bibe.
Bi dîtina we dê lêpirsîn kengî temam bibe?
Bi dîtina min, kêm zêde dê di nava salekê de lêpirsîn temam bibe.
ÇEK NEHAT DÎTIN
Ti agahî hene ku kesekî duyemîn di bûyera qetilkirinê de cih girtiye?
Ya rast, di rewşa heyî de ji bilî kesê tê sûcdarkirin, di destê min de agahiyek nîne ku kesekî din beşdarî bûyera cînayetê bûye.
Di destpêka lêpirsînê de dozger diayr kir ku li ser qalikê fîşekekê ji Omer Guney cudatir DNA'yeke din hatiye dîtin. Divê ji vê çi were fêmkirin?
Li ser qalikekî fîşekê şopa genetîk heye. Lê belê DNA'yeke bi tenê tiştekî îfade nake. Eger hûn destê xwe bidin kesekî, dê DNA we bimîne. Hûn kesekî ji rêzê ne. Li ser we yan jî kincên we şopên tesadufî hene. Yanî dema behsa DNA'yekê bê kirin, divê hinekî mirov baldar bin. Hebûna DNA'yeke nayê zanîn nayê wê wateyê ku di bûyerê de kesekî din heye. Çekek ji dest derbasî destan bûye, heye. Her wiha ne li ser çeka nehatiye dîtin, li ser qalikê fîşekê heye. Ji bo min ev tiştekî mezin îfade nake.
GUNEY BI QASÎ KU LI XWE MUKIR NEYÊ PROFESYONEL E
Omer Guney heta roja îro qet li xwe mukir nehat?
Mirovekî gelekî profesyonel e ku li xwe mukir neyê. Ev nêrîna min e.