Di Konferansa ciwanan de banga kongreya netewî
Di Konferansa ciwanan de banga kongreya netewî
Di Konferansa ciwanan de banga kongreya netewî
Sêyemîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd ku ji çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat nûnerên gelek rêxistinên ciwanan tevlî dibin, di roja sêyemîn de dom dike. Danê sibê ya konferansê de rewşa Rojavayê Kurdistanê, piştgiriya şoreşa Rojava, yekîtiya ciwanên kurd, pêwîstiya avakirina sîstema xweser a Rojavayê Kurdistanê, yekîtiya ciwanên Rojavayê Kurdistanê, tevlîbûna ciwanan di nava YPG’ê û hêzên asayîşê de hate nîqaş kirin.Her wiha di nîqaşan de li ser girîngiya lidarxistina Kongra Netewî ya Kurdistanê jî hate sekinandin.
Sêyemîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd, li gorî plansaziya hatiye kirin, diviyabû ku pêr saet di 09.00’an de destpê bikira, lê ji ber astengiya rayedarên li ser sînor ên hikûmeta Başûrê Kurdistanê saet 15.00’an de li bajaroka Rimêlan a Girkê Legê dest pê kir. Lewre jî di rûniştina pêr de tenê axaftina vekirinê hatibû kirin. Runiştina duh ya konferansê saet di 09.00’an de dest pê kirin.
Konferans bi beşdariya rêxistinên ciwanan ên bi navê, Komaleya Ciwanên Niştimanî, Komeleyi Gencanî Welatparêz, Tevgera Ciwanên Şoreşger (KCR), Yekîtiya Lawanî Demokrat (YNK), Konfederasyona Ciwanên Rojhilatî Kurdistan, Ciwanên Rojavayê Kurdistan, Tevgera Ciwanên Êzidî ya Başûrê Kurdistan, Tevgera Nûkirina Ciwanên Başûrê Kurdistan, Konfederasyona Xwendekarên Welatparêz a Rojava, Ciwanên Lîberal ên Rojhilatî Kurdistan, Ciwanên Demokrat ên Kurdistan a Mexmurê (HAK), Ciwanên Goran, Ciwanên KCK’ê, Tevgera Ciwanên Azadkirina Jinan pêk tê.
BAL KIŞANDIN SER PARASTINA DESTKEFTIYÊN ROJAVA
Dîwana Konferansê nîqaşa xwe bi rewşa Rojavayê Kurdistanê û girîngiya piştgiriya gelê Rojava re dewam kir. Ciwanan li ser piştgiriya gelê Rojava, parastina destkeftiyên gel û avakirina sîstema xweseriya demokratîk gotûbêj kirin. Ciwanan destnîşan kirin ku geşedanên li Rojavayê Kurdistanê bandora xwe li her çar parçeyên Kurdistanê dike û tu kes nikare şoreşa gelê Rojavayê Kurdistanê ji şoreşên din ên Kurdistanê veqetîne. Her weha ciwanan avakirina saziyên sivîl, YPG û hêzên asayîşê yên di bin sîwana Desteya Bilind a Kurd de nîşana asta pêşketina şoreşa gelê Rojavayê Kurdistanê bi navkirin. Ciwanan yekîtiya ciwanên Rojavayê Kurdistanê û tevlîbûna wan ji YPG’ê û asayîşê re xwestin.
Ciwanan di nîqaşên xwe de avakirina komên çekdar ji aliyê hin partiyên siyasî yên Rojava û bandora wê ya neyînî li ser rewşa Rojava jî anîn ziman. Li aliyeke din ciwanan di nîqaşên de bal kişandin ser pêwîstiya dûrketina ciwanan ji nêrînên partîparêziyê, ji partîparêziyê zedetir pêwîste ciwan yekîtiya kurdan biparêzin û di bin sîwana Desteya Bilind a kurd de kar û xebatên xwe bimeşînin. Her wiha li ser sîstema xweseriya demokratîk a Rojavayê Kurdistanê jî bi awayekî berfireh hate sekinîn.
DIVÊ RÊ LI BER KOÇBERIYÊ BÊ GIRTIN
Ciwanan anîn ziman ku, hin partî ciwanan ji bo têkbirina yekîtiya kurdan destek dikin. Ciwanan bertek nîşanî wê helwest û nêzîkahiya wan partiyan dan û gotin ku pêwîste ew partî dest ji helwestên xwe yên bi vî awayî berdin. Her wiha rê li ber koçberiyê were girtin, mektebên perwerdeya fikrî werin destpêkirin, saziyên çand û hunerê yên Rojava werin destekkirin.
Hin ciwanan di nîqaşên xwe de dan zanîn ku pêwîste kurd xwe ji sîstema dewletê dûr bixin, ji bo konfederasyona demokratîk kar bikin. Her wiha ciwanan diyar kirin ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê yekîtiya kurdan a her çar parçeyên Kurdistanê girînge.
Ciwan di nîqaşên xwe de ji bo lidarxistina Kongra Netewî ya Kurdistanê, li ser rola ciwan û jinan di yekîtiya kurdan de hemfikir bûn.
Ciwanan helwesta hikûmeta başûrê Kurdistanê ya astengkirina ciwanan ji bo Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd jî şermezar kirin.
DI KONFERANSA CIWANAN DE RENGÊ JINÊ
Jinên ciwan ên ku ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê tevlî sêyemîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd bûn, bi reng û dengê xwe mohra xwe li konferansê xist. Jinên ciwan ku li hundurê salonê bandora xwe nîşan da, li derve jî parastina cihê konferansê kirin.
Delegeyên ku ji çar perçeyên Kurdistanê û Ewropayê hatine bi zaravayên kurdî renginiya Kurdistanî nîşan dan. Her wiha ji bilî axaftin û nîqaşên li hundirê salonê, ciwanan di navberan de jî têkiliyên gerim danîn, govend gerandin û peyamên xurt dan hemû civakên herêmê.
Ciwanan ji bilî siyasetê rengê xwe yê civakî û çandî jî nîşan da, lê yên herî zêde bal kişandin jî jinên ciwan bûn. Jinên ciwan ên ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê hatibûn di konferansê de ji sedî 40 hatin temsîlkirin. Hem li hundirê salonê hem jî li derveyî salonê jinên ciwan bi reng û dengê xwe hêza xwe nîşan da. Jinên ku di nîqaşan da aktîf cih girtin, bi cilên xwe yên netewî jî bal kişand. Jinan her wiha di navberan de jî li derve serkêşiya govendê kirin.
Ji bilî nîqaşan û tevlîbûna karû barên din ên konferansê, ewlehiya konferansê jî ji aliyê jinên ciwan ve hate pêkanîn. Jinên ciwan ên edamên asayîşê ji bo ewlehiya konferansê, li dora salona konferansê tedbîrên ewlehiyê girtin.