Di lehiya li Filîpînan de 60 kes mirin

Di lehiya li Filîpînan de 60 kes mirin

Li bakûrê Filîpînanê lehî û barîna zêde jiyanê rawestand, ev der weke herêma karesatê hate ragihandin û hat diyarkirin ku di karesatê de 60 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li herêmê avahiya lehiyê xwe vedikişîne, lê belê rayedan dan diyarkirin ku ji bo vegera ser cih û warên xwe zû ye û ev herêm ji bo jiyanê ne bi ewle ye.

Rayedaran dan zanîn ku têra welatiyên di stargehan de dijîn xwarin, beteniye û derman hene. Tê payîn ku vê hefteyê jî barîna beranê berdewam bike.

Ji nîvî zêdetirê paytext Manîlayê jî di bin lehiyê de maye û ji ber wê jî dibistan û kargeh hatine girtin.