Di meşa ‘Ji Ocalan re azadî’ astengiya posterê Ocalan!

Di meşa ‘Ji Ocalan re azadî’ astengiya posterê Ocalan!

Dema li navçeya Dêrikê meşe “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” pêkdihat, meşa ji Ocalan re azadî ya li Mêrdînê bihinceta “posterê Ocalan” hate astengkirin.

Rêxistina BDP’a Dêrikê bi şîara “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû” li Qada Cûmhûriyetê meş pêkanî.

Bi sedan kesên li ber avahiya partiyê kombûn, li gel pankarta “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû” posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengên PKK’ê Kemal  Pîr, Xeyrî Dûrmûş, Elî Çîçek û Mazlûm Dogan hatin hilgirtin.

Di meşê de bênavber sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin qîrîn.

Piştî meşa ku li Qada Cûmhûriyetê bidawî bû, li ser navê girseyê Hevserokê BDP’a Dêrikê Adil Aktaş axivî û diyarkir ku, pêngavên ku AKP’ê di bin navê paketa demokratîkbûyînê de aşkera kirî, di pratîkê de çi wateya wan tuneye.

Aktaş madeyên di paketê de rexnekirin û got: “Desthilatdariya AKP’ê jî weke hemû desthilatdariyên beriya xwe ji bo berxwedana gelê Kurd bitepisîne, hemû pêkanînên antî demokratîk ceribandin. Ev paketa ku li ser navê demokratîkbûnê hate aşkera kirin, li gel gelê me tu wateya xwe tune ye. Em bi armanca ev hevdîtin vegerin muzakereyan û mafên kolektîf ên gelê Kurd bêne nasîn, dibêjîn ‘ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû’.” Daxuyanî bi sloganên “Bijî serok Apo” bidawî bû.

BDP’a Mêrdînê jî bi şîara “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû” meş pêkanî, rastî astengiya polîsan hat.

Meşa ku li ber avahiya BDP’ê destpêkir, li gel pankarta “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû” alên KCK’ê, HPG, YPG û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

Polîsên ku li nêzî Goristana Yenîyolê bend danîn, xwestin posterên Ocalan ên di destê girseyê de bînin xwar. Girseyê helwesta polîsan biçalakiya rûniştinê protesto kirn û daxuyanî dan çapemeniyê.