Di meşa li Wanê de krîza 'dewleta paralel'

Di meşa li Wanê de krîza 'dewleta paralel'

Li Wanê bi hezaran kesî komkujiya li Geverê protesto kirin. Di meşê de, bi sedema sûc e polîsan destûr nedan ku pankarta bi nivîsa "Dewleta paralel dê di xwîna rijandiye de bifetise" bê hilgirtin.

Li Wanê bi armanca şermezarkirina komkujiya li Geverê ku di encama gulereşandina polîsan de Veysî û M. Reşît Îşbîlîr û Bêmal Tokçû jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes li ber Parka Dabbagoglû hatin cem hev û ber bi avahiya BDP'ê ya Bajêr ve meşiyan.

Di meşê de li gel Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Hevserokê BDP'ê yê Wanê Mûsa Îtah û nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl bi hezaran kes amade bûn. Girseya gel a di dest de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK hebû, li kolana Cûmhûriyetê bi hinceta ku pankarta bi nivîsa "Dewleta paralel dê di xwîna rijandiye de bifetise" xwedî naverokeke sûc e ji aliyê polîsan ve bi fermana dozgeriyê hat rawestandin. Polîsan xwestin pankart were daxistin.

Lê belê Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer da xuyakirin ku pankarta mijara gotinê ne sûc e û anî ziman ku ewê pankartê danexînin. Ji ber ku polîsan xwe venekişandin, girseya gel li Kolana Cûmhûriyetê çalakiya rûniştinê lidar xist. Li ser biryardariya girseyê polîs neçar man xwe vekişînin.

Li dû meşa heta avahiya BDP'ê ya Bajêr Parlamenterê BDP'ê Ozdal Uçer daxuyaniyek da çapemeniyê û da zanîn ku gelê Kurd ji bo aştiyê fedekariyên mezin kiriye, lê belê li Geverê bi komkujiyê bersiv jê re hatiye dayîn. Uçer anî ziman ku ev komkujî hesabê dewleta paralel e ku di nava hewldana têkbirina pêvajoyê de ye û destnîşan kir ku gelê Kurd dê li hemberî van serhildana demokratîk bilind bike û xwedî wê hêzê ye ku li dijî komkujiyan xwe biparêze. Uçer di axaftina xwe de got, "Heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, heta gelê Kurd azad bibe, dê têkoşîna me dewam bike."

Piştî axaftina Uçer çalakî bi dawî bû.