Mihrîcana Morgenland (Mihrîcana Rojhilat) a ku her sal carekê li bajarê Osnabruck îsal ji bo hunermendên Kurd hat veqetandin. Hunermendên Kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûn.
Mihrîcan bi pêşengiya Şaredarê Osnabruck Lord Boris Pistorius û Serokê Mihrîcana Rojhilat Başkanı Michael Dreyer di 24’ê Tebaxê de dest pê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê Karin Japs Kiesler ve hat kirin û diyar kir ku ew her sal mêvandariya hunermendên ji welatên cûda yên cîhanê dikin û got; “Bi vî awayî şansê me çêdibe ku em çandan ji nêzîk ve nas bikin. Me îro cih da hunermendên Kurd.”
Destpêkê Kayhan Kayhor derket ser dikê û piştre jî Aynûr Dogan bi 20 amûrên muzîkê ve derekt ser dikê, Îbrahîm Keivo jî duet kir. Aynur Dogan bi stranên xwe Almanên beşdarî mihrîcanê bibûn hestyar kir. Hin beşdar xwe negirtin, hesirên çavan barandin.
Her çendî Dogan çend caran xatir xwest, lê ji ber xwestekên zêde yên beşdar sê caran vegeriya û strana Keça Kurdan dubare kir. Beşdaran li ser lingan ji bo Dogan li çepikan xistin.
Mihrîcana her sal tê lidarxistin, di hefteyekê de ji aliyê 30 hezar kesan ve tê temaşekirin. Hezar hunermend û mêvan bo mihrîcanê hatine vexwendin.
Mihrîcan dê heta 1’ê Îlonê jî berdewam bike.