Di mirina Erefad de tiliya MOSSAD’ê

Di mirina Erefad de tiliya MOSSAD’ê

Rêberê Filîstînê Yaser Erefad di 11’ê cotmeha 2004 de jiyana xwe ji dest da. Lê îdîayên balkêş ên der barê mirina Erefad de derketin holê.

Rojnameya Înglîz Daily Telegraph di hejmara xwe ya îro de cih da îdîayên der barê mirina Rêberê Filistînê Yaser Erefad.

Di nûçeyê de tê gotin ku di encama lêkolîna di laboratûvarek a Swîsreyê de li ser cil û bergên Erefad hatin kirin de bermayên mîqtareke zêde ya Polonium-210 hate dîtin. Rojnameyê got; “Van îdîayan careke din gumanên ku dibêjin Erefadê Fîlîstînî ji aliyê rêxistina sîxûrî ya Îsraîlê Mossadê ve hatiye kuştin, anî reojvê.”

Di encama lêkolîna Enstîtuya Radyofîzîk a bajarê Lozana Swîsreyê ya li ser cil û bergên Yaser Erefad hate kirin de mîqrata Polonium-210 hate dîtin. Li gorî agahiyan tenê mîqtara 20 a vê madeya Poloniumê dikare mirovan bikuje.

Rêberê Filistînê Yaser Erefad di 24’ê tebaxa 1929 de ji dayîk bû, tevahiya temenê xwe diyarî têkooîna azadiya Filistînê û ji pêkanîna aşitiyê kir. Di 11’ê mijdara 2004 de li Parîsê jiyana xwe ji dest da.