Di nav 2 rojan de ji 100’î zêdetir çeteyên DAIŞ anîn Kîlîsê

Di nav 2 rojan de ji 100’î zêdetir çeteyên DAIŞ anîn Kîlîsê

Çeteyên DAIŞ ên di şer û pevçûnan de birîndar dibin piştî Riha û Dîlokê niha jî di deriyê Ezaz re derbas dikin û tînin Kîlîsê. Di nav 21 rojan de ji 100’î zêdetir çete anîne Kîlîsê.

Piştî di çapemeniyê de hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ birîndarên xwe li Serêkaniyê û Riha tedawî dikin derketin niha jî birîndarên xwe dibin Kîlîsê.

Li agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin birîndar li ser gund û bajarokên Exterîn, Dudyan û Çobanbey ber bi Kobanê ve tên şandin.

Çavkaniyên herêmî yên nexwestin navê xwe bidin gotin, "Birîndarên vê komê destpêkê li Kîlîsê dihatin tedawîkirin.  Lê piştî ji qadê hatin derxistin vê carê li Riha û Serêkaniyê tedawî kirin. Piştî ew der deşîfre bûn vê carê ji nû ve vir bi kar anîn. Di nav 2 rojan de ji 100’î zêdetir birîndarên xwe ji deriyê Bab El Selamî re derbas kirin û şandin Kîlîsê.”

Heman çavkaniyan anîn ziman ku birîndarên xwe wek El Nusra’yiyan derbas dikin û gotin, "Birîndarên li Kobanê û Sûriyeyê tînin Exterîn, Dudyan an jî Çobanbey. Li vir kincên sivîl li wan dikin, riha wan jêdikin û ji bo tedawiyê teslîmê Cephet El-Nusra dikin.”