Di nava 24 saetan de 22 kes hatin binçavkirin
Di nava 24 saetan de 22 kes hatin binçavkirin
Di nava 24 saetan de 22 kes hatin binçavkirin
Pêla binçavkirinan ji nû ve destpê kir. Polîsên Tirk li Pêrtaxê 3 BDP'yî bi hinceta belavok belav kirine, li Wan û Sêrtê di serdegirtina malan de 8 kes, li Şirnexê 5 kes, li Amedê 4 kes, li Çewlikê 2 kes, li Colemêrgê kesek û li Serêkaniyê kesek kirin binçavan.
Li navçeya Dêrsim Pêrtaxê, endamên BDP'ê Aykût Findik, Ûmût Asma û Mûrat Ergen bi sedema belavokên bangawaziya daxuyaniya çapemeniyê ya li dijî asîmîlasyonê belav kirine, hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku her sê BDP'yî birine Muduriyeta Emniyetê ya Navçeya Pêrtaxê.
Li Sêrtê jî wesayîtek tê de 2 xebatkarên Weşanxaneya Aram hebû li ketina bajêr hatin rawestandin û her du kesên mijara gotinê hatin binçavkirin.
Li navçeya Wan Miksê, rêveberên BDP'ê Xanim Hazir, Medenî Daler, Fatîh Orhan, Cevat Yalvaç, Ehdînûr Erdîr û Mûhtesûn Yalvaç di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina rêveberên BDP'ê nehat zanîn û ew birin qereqola jendermeyan.
Polîsan nîvê şevê saet di 02.00 de avêtin ser mala rêveberê BDP'ê yê Bajarê Şirnexê Abdûlazîz Îdîn û li dû lêgerîna li malê kurê wî yê 17 salî S.Î kirin binçavan. Sedema binçavkirinê nayê zanîn, S.Î birin Muduriyeta Emniyetê ya Şirnexê.
Li ser rêya bejahî ya navbera Şirnex-Cizîrê, polîsan êvara Çarşemê wesayîtek rawestandin û li gel Nîzar Çomlekçî 3 kesên navên wan nehat zanîn kiri binçavan. Piştî wergirtina îfadeyê 2 jê hatin berdan, Nîzar Çomlekçî û kesekî din ê nav nehat zanîn, birin Amedê. Her du kesên derxistin pêşberî dozgeriyê, ji ber li ser dosya wan biryara nepenîtiyê heye, der heqê sedema binçavkirina wan de ti agahî nehatin wergirtin.
Li Gundê Dêzê yê navenda Colemêrgê kesê bi navê Nazim Yîgît bi îdîaya di çarçoveya doza "KCK" de lê tê gerîn, êvara Çarşemê li nuqteya kontrolê ya Depînê hat binçavkirin.
Li Fakulteya Zanyariyên Îdarî û Aborî yên Zanîngeha Dîcleyê, standa piştgirîdayîna rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat rastî destwerdana polîsan hat û di encamê de Vakkas Korkmaz, Esra Yakar, Cevat Dînçer û Mahmût Înanç hatin binçavkirin. Piştî kar bû barên lêpirsînê her çar xwendekar duh êvarê hatin berdan.
Li Serêkaniya ser xetê, beriya çalakiya KCD û BDP'ê ya ji bo piştgirîdayîna şoreşa Rojava, kesekî bi navê Abdûlakdîr Dogan bi hinceta der heqê wî de biryara "girtina rê" heye, hat binçavkirin.
Li Çewlikê jî bi îdîaya pêwendî bi fîrara 18 girtiyên siyasî hene, Alper Aksoy û Vedat Bozan ên ji Kanî Reşê hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku binçavkirî birine Muduriyeta Emniyetê ya Çewlikê.