Di navbera Çewlik-Kanî Reşê de operasyon
Di navbera Çewlik-Kanî Reşê de operasyon
Di navbera Çewlik-Kanî Reşê de operasyon
Hat ragihandin, artêşa Tirk ev du roj in di navbera Çewlik û navçeya Kanî Reşê de li operasyonê ye.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, artêşa Tirk duh piştî nîvro li bejahiya navbera Hamamlar û Armelî yên ser bi Çewlikê û rêya navbera Çewlik û Kanî Reşê derketiye operasyonê. Hat ragihandin ku liv û tevgera leşkerî ya li vê derê dewam dike.
Jİ aliyê din ve, hat hînbûn ku di 18'ê Îlonê de bi helîkopterên skorsky û maşînên zirxî ji qereqola Bilican a li navçeya Colemêrg Çelê leşker hatine veguhastin. Hat gotin ku ev tevger heta 19'ê Îlonê danê nîvro dewam kiriye.