Di navbera eşîretên Ereban û çeteyên DAIŞ şer

Di navbera eşîretên Ereban û çeteyên DAIŞ şer

Li bajaroka Hecîawa ya Başûrê Kurdistanê di navbera eşîretên Ereb û çeteyên DAIŞ de şer derket, 2 çeteyên DAIŞ hatin kuştin. Zextên çeteyan ên li ser eşîretên Ereb dibe sedema nerazîbûnan.

Li bajaroka Hecîawa ya di navbera Mexmûr û Kerkûkê de navbera eşîretên Ereb û çeteyên DAIŞ de şer derket. Li gor agahiyên nûçegihanê ANF’ê yê li herêmê dema çeteyên DAIŞ xwestine jinên eşîretê birevînin şer derketiye û 2 çete hatine kuştin.

Li heman herêmê li devera Gewra mala serokeşîrê Lehêb hat teqandin. Endamên eşîretê diyar kirin ku pêkanînên çeteyên DAIŞ her roj hê zêdetir rê li ber nerazîbûnan vedike.